Di DÎSMEK’ê de 4 qursên nû dê werin vekirin 2026-02-24 16:12:49   AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca beşdarkirina geşepêdana pîşeyî û hunerî ya welatiyên li bajêr dijîn, di bin banê DÎSMEK’ê de ji bo çar qursên nû pêvajoya qeydkirinê da destpêkirin.   Di çarçoveya Qursên Huner û Perwerdeya Pîşeyî ya Amedê (DÎSMEK) de ku di bin koordînasyona Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî de tê meşandin; qursên Nexşandina Çîniyê, Çêkirina Bûkikên Hûnandî (Amigurumi), Seramîka Sar û Fon (Şêwazdayîna Por) dê werin vekirin.   Serlêdan dê heta 15’ê Adarê berdewam bikin   Serlêdanên ji bo qursan dê heta 15’ê Adarê werin qebûlkirin. Perwerde dê li Navenda Qursan a Goletliparkê werin dayîn.   Bi perwerdeyên ku dê ji aliyê rahênerên pispor ve werin dayîn, tê armanckirin ku kursiyer hem jêhatîbûna pîşeyî bi dest bixin hem jî beşdarî îstihdamê bibin.   Welatiyên ku dixwazin tevli qursan bibin, dikarin ji bo serlêdan û agahiyên berfireh serî li navnîşana înternetê ya dismek.diyarbakir.bel.tr bidin.