Li Bismilê zarokek kuştî hate dîtin 2026-02-25 13:36:35   AMED - Li navçeya Bismilê Amîne Duman a 15 salî, li mala xwe bi awayê bi gûman kuştî hate dîtin.   Li navçeya Bismil a Amedê Amîne Duman a 15 salî li mala xwe bi çekê kuştî hate dîtin. Cîranên wan ên ku dengê çekê bihîstin agahî dan polîs û tendirustvanan. Tendirustvanên ku hatin cihê bûyerê  piştî lêkolîna ku kirin, diyar kirin ku Amîne dûman bi çekê hatiye kuştin.   Cenazeyê Amîne Duman ji bo otopsiyê rakirin Tipa Edlî. Piştî kar û barê li Tipa edlî, cenazeyê Amîne Duman radestî malbata wê kirin û hate definkirin.   Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.