Li Îzmîrê Starta 8ê Adarê: Em ê bibin hêza pêşeng a pêvajoyê 2026-02-28 15:10:09   ÎZMÎR - Tevgera Jinên Azad (TJA) li Îzmîrê starta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê da. Di çalakiyê de siyasetmedar Ayla Akat Ata axivî û diyar kir ku jin birêxistinker û pêşengên vê pêvajoyê ne û got: “Em ê ligel dayikên xwe, jinên ciwan û karker, bi hev re bibin hêza birêvebir a pêvajoya aşitiyê.”   Jinên ku li pêşiya Îskeleya Karşiyakayê civiyan, ber bi rawestgeha Îzbanê ya Karşiyakayê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de pankartên “Em bi berxwedanê azad dibin û civaka demokratîk dihonin” û “Jin, jiyan, azadî” hatin hilgirtin. Jinan bê navber dirûşmên “Bijî berxwedana jinan”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî piştevaniya jinan” berz kirin. Aktîvîsta TJAyê Ayla Akat Ata, parlamenterên DEM Partiyê Sumeyye Boz û Burcugul Çubuk û gelek jin beşdarî çalakiyê bûn.   ‘Em paradîgmaya Birêz Ocalan esas digirin’   Parlamenter Sumeyye Boz di axaftina xwe de bal kişand ser Şoreşa Jinê ya Rojava û got: “Me dît ku rêxistinbûn çawa hêviyê dide mirov. Şoreşa Rojava encama vê rêxistinbûnê ye. Li wir jinan jiyaneke hevpar ava kir. Em dizanin her ku em dengê xwe bilind bikin, em ê bi ser bikevin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi paradîgmaya xwe azadiya jinan mîsoger kir. Em wekî TJA, vê rêya ku wî nîşanî me daye esas digirin. Paradîgmaya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ îro ne tenê li Rojhilata Navîn, ji tevahiya cîhanê re bûye şewq.”   ‘Pirsgirêka me tunne hesabindana me ye’   Ayla Akat Ata jî diyar kir ku Tevgera Jinên Kurd bi salan e bi berdêlên giran pira piştevaniyê di navbera Kurdistan û Tirkiyeyê de ava kiriye û got: “Pirsgirêka me bi înkarê re heye; ziman, çand û dîroka me tê tunehesibandin. Heke em behsa aştiya herêmê û ya cîhanê bikin, divê em pêşî aştiya xwe ya navxweyî ava bikin. Wekî jin, heke roleke avakirina pira di navbera civakan de bikeve ser milê me, em amade ne ku vê rolê bileyîzin.”   ‘Jin dê ne temaşevan, lê pêşeng bin’   Ayla Akat Ata, bal kişand ser geşedanên dawî yên li ser pêvajoya çareseriyê jî kir û bang li hikûmetê kir ku gavên wêrek û bi biryar biavêje û got: “Şer birîna me ya herî kûr e. Em di nav wî şerî de mezin bûn û em dibêjin: Derfet heye, ev pirsgirêk tên çareserkirin. Lê ji bo vê, îradeyeke qewî û bi hêz lazim e. Jin di vê pêvajoyê de nabe ku tenê temaşevan bin; em bi xwe birêxistinker û pêşengên vê pêvajoyê ne. Em ê bi dayik, ciwan û kedkarên xwe re bibin hêza birêvebir a aştiyê.”   Çalakî piştî axaftinan bi govend û dirûşmên jinan bi dawî bû.