'Jin wê civaka demokratîk bihûnin' 2026-03-01 12:01:03     MÊRDÎN - Tevgera Jinên Azad (TJA) starta 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê da.   Mîtîng bi dirûşma “Em bi berxwedanê azad bikin, civaka demokratîk dihûnin”, li Bûlvara Newrozê hate lidarxistin û gelek jin beşdar bûn.   Jinên ku bi cil û bergên herêmî hatin qadê, bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” govend gerandin. Di axaftinan de girîngiya têkoşîna jinê derket pêş û bal hate kişandina ser şerên li herêmê û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk.   Aktîvîstên TJA’yê 8’ê Adarê weke sembola berxwedana jinê pênase kirin û anî ziman ku jin wê têkoşîna azadiyê ya jinan mezin bikin.   Hevşaredara Nisêbînê Gulbîn Şahîn jî got, navçe bi berxwedana xwe li bîra her kesê ye.   Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû jî di axaftina xwe de bal kişand ser şerên li Rojhilata Navîn û komkujiyên jinan.   Halîde Turkoglû diyar kir ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ji bo aştiya herêmî diyarker e û bal kişand ser perspektîfa azadiya jinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.   Mîtîng li ber stranên hunermend Dilniya, bi gerandina govendê bi dawî bû.