Abdullah Ocalan di hevdîtinan de ji bo Îranê çi got ? 2026-03-01 15:13:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di gelek hevdîtinên xwe de balê dikişîne ser rewşa Îranê û hişyariyan dike. Abdullah Ocalan, di hevdîtinekê de bangê li PJAK’ê dike û dibêje ku ger li Îranê dewlet weke pêvajoyeke li Bakur qebûl bike bila bi wan re bikevin têkiliyê, berovajî divê li dijî rejîmê li ber xwe bidin.    Li Îranê şerê dijwar dest pê kir. Îsraîl û Amerîkayê êrişeke berfireh li hemberî Îranê dane destpêkirin. Xuyaye bi vî şerî dixwazin dawî li rejîma Îranê ku di 1979’an de bi pêşengiya Humeynî hatibû damezirandin bînin. Rejîma Îranê ya molayan, bi kiryarên xwe yên tundî û qirker dihat nasîn. Bi taybet li rojhilatê Kurdistanê li dijî Kurdan zordariyek mezin dihat kirin. Ji ber vê sedemê demek dirêj têkoşîna rizgariya gelê Kurd ku di bin pêşengiya PKK’ê de dihat meşandin bi Îranê re di nava gengeşiyê de bû.    Ji salên berê heta roja îro gelek rêxistin û tevgêrên Kurdan li dijî rejîma Îranê xwe bi rêxistin kiribûn. Yek ji van rêxistinê ya herî bi nav û deng Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ye. PJAK, dem bi dem hem şerê çekdarî dimeşîne li dijî Îranê, pirî caran jî bi rê û rêbazên demokratîk û bi rêxistinkirina gel têkoşîna demokratîk bi rê ve dibe. Ajansa Welat (AW) nûçeyeke têkildarî nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên têkildarî Îranê yên di hevdîtinan de û hişyariyên wî weşand.    Ji ber van taybetmendiyên xwe Îran û rojhilatê Kurdistanê ji serdemên berê heta îro her tim di rojeva Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ye.  Abdullah Ocalan, di paraznameya xwe ya çaremîn a bi navê “Krîza Şaristaniyê li Rojhilata Navîn û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk” de û di paraznameya xwe ya pêncemîn ya bi navê “Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk: Parastina Kurdan di Lepên Qirkirina Çandî de”, der barê çareseriyên li ser bingeha modernîteya demokratîk û rewşa li Îranê de çavdêrî û nirxandinên girîng dike.   Hêj wê deme Abdullah Ocalan rewşa îro dibîne û hişyariyên girîng dike: “Tengezariya Îran û Îsraîlê ya ku roja me ya îro em çavdêriya wê dikin, bi tenê di navbera du dewletên netewe de nîne, di navbera du sîstemên hêzê yên li pey hegemonyayê diçin, derdikeve holê. Ji ber ku Îran duyemîn hêze ku li pey hegemonyayê diçe û dixwaze bibe hegemon, divê mirov ji nêz ve li rewşa Îranê temaşe bike. Xanedaniya Riza Şah bernameyeke modernîteyê ya welê meşand ku rêûresma çanda Îranê da aliyeki teqlîda Rojava kir. Hewl dan wê weke rejîmeke peyk a pêşî Ingilistan, paşê Amerîka heta ya Îsraîlê li ser piyan bigirin.”   Ne tenê di paraznameyan de, her wiha serdema ku hevdîtin bi Abdullah Ocalan re dihat kirin, her tim hişyarî û nirxandinên wî li ser Îranê û hegemoniya Îsraîlê li Rojhilata Navîn hebûn. Di vî sala dawîn de jî, di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de Ocalan, li ser dîroka Îranê nirxandinên girîng dike û têkiliya Kurd û Îranê rave dike. Nirxandinên Abdullah Ocalan li ser Îran û Rojhilatê Kurdistanê, di hevdîtinen wî yên bi heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê de jî xuya dikin. Di hevdîtinek meha Nîsanê de Ocalan dibêje ku Amerîka dixwaze Îsraîlê li Rojhilata Navîn bike hêzeke hegemon û dibêje ku destwerdana li Îranê ji plana ku ji pênc beşan pêk tê ya çaremîn e.   Nirxandinên Abdullah Ocalan ên li ser Îran û rojhilatê Kurdistanê, di hevdîtinen wî yên bi şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê de jî xuya dikin. Di hevdîtineke meha Nîsanê de Abdullah Ocalan dibêje ku Amerîka dixwaze Îsraîlê li Rojhilata Navîn bike hêzeke hegemon û dibêje ku destwerdana li Îranê ji plana ku ji pênc beşan pêk tê ya çaremîn e.    Di hevdîtinek meha Gulanê de jî Abdullah Ocalan aciziya Îranê ji pêvajoya li Tirkiyê dinirxîne û wiha dibêje: “Binêre, 40 sal in Îranê ne hiştiye em bijîn û ne jî me dikuje. Îran me li ser tetîkê digre. Îsraîlê nêzîkî 40 sal e pirsgirêk çareser nekiriye û me ji holê ranekiriye. Îsraîl, Ereb, Îran, Ewropî, Brîtanî - hemûyan li ser vê yekê hevsengiyek ava kirine. Hevkêşe berdewam dike: bila PKK şer bike, û bila Tirkiye pirsgirêkê çareser neke."   Dîsa di hevdîtinekî di meha Hezîranê de jî Abdullah Ocalan balê dikişîne ser nakokiyên di nava Îran û Îsraîlê de û wiha dibêje: “Nakokiya Îran-Îsraîlê dîrokî ye. Berê Îsraîl li Rojhilata Navîn têkiliyek stratejîk bi Tirkiyeyê re hebû, ku berê dewletek proto-Îsraîl bû. Niha, Îsraîl hebûnek daîmî li Rojhilata Navîn ava dike û dixwaze astengiyan, di nav de Îran jî, derbas bike. Û li şûna ku xwe bispêre Tirkiyeyê, dixwaze xwe bispêre Kurdan. Ev pêvajo bi 7’ê Cotmehê dest pê kir. Min ev dît, ji ber vê yekê min mudaxele kir. Ev ji bo Kurdan ti feyde bi xwe re ne dianî.”   Di heman hevdîtinê de bangeke Abdullah Ocalan ji bo PJAK’ê jî hebû. Abdullah Ocalan, van hişyariyan dike: “Ez dixwazim vê ji PJAK’ê re bêjim; ger bingehek ji bo danûstandinan bi Îranê re, mîna entegrasyona demokratîk a ku em li vir bi Tirkiyeyê re dikin derkeve holê, divê ew diyalogê pêş bixin. Lê ger înkar û wêrankirin û pêşxistina dijminatiyê berdewam bike, divê ew parastina xwe bikin. Bêguman, ew ê amadekariyên xwe bi baldarî bikin. Lê Îran ne dewletek e ku meriv bi sivikî bigire; ew xeternak e. Ez naxwazim pir reçeteyan pêşkêş bikim, lê divê ew parastina xwe kurtir bikin. Divê ew xwe baş biparêzin.”   Di hevdîtinekî din de Abdullah Ocalan balê dikişîne ser gengeşiya di nava Îsraîl û Îranê de û dibêje ku wî di serî de vê yekê dîtiye: “Wekî ku hûn dibînin, Îsraîl bi Îranê re di nav pevçûn û tevgerê de ye. Min ev ji destpêkê ve dît. Lîstikên stratejîk bi rêya Kurdan têne lîstin. Meseleya HSD li wir e, ew li Parîsê ne. Qada navneteweyî jî di tevgerê de ye. Tam di vê demê de ye ku em dibêjin werin em Kurd û Tirkan bînin cem hev. Wekî din, ew ê bibe pevçûnek deh qat mezintir. Tiştê ku wê hingê pêş bikeve, ber bi eksena Îsraîl-Îran-Çînê ve diçe. Şerê heyî dê dijwartir bibe. Ez ê ne berpirsiyarê vê yekê bim.”   Di demekî nêz de, di meha Çileyê de jî Abdullah Ocalan behsa tevgêra li Îranê dike û li ser pêşengiya jinan disekine: “Niha li Îranê jî çalakî hene. Ez dixwazim bizanim ka hêzên ku bi me ve girêdayî ne li wir bi rejîmê yan jî bi opozîsyonê re hevalbend in. Ez dixwazim rewşa li wir fêr bibim. Jinan pêşengiya şoreşa Îranê kirin. Jin li Qendîlê jî bi bawerî ne. Pêdivî ye ku ew bi tundî balê bikişînin ser xwe. Jinên ku pêşengiya şoreşa Îranê kirin, pêdivî ye ku di hundirê xwe de fedakarî û berpirsiyariyê pêş bixin. Jin dê pêşengiya demokratîk a aştiyê bin. Ev li Sûriye, Îran û Tirkiyeyê rast e.”   Abdullah Ocalan li ser meseleya Sûriye û Rojava jî dîsa balê dikişîne ser rewşa Îranê. Di hevdîtina dawî ya meha Sibatê de wiha dibêje: “Sibê yan roja din, tiştên bi vî rengî wê li Îranê jî biqewimin. Derbirîna mafên gel tu aliyekî ku gefê li ewlehiya neteweyî bixwe tune ye. Ger em ê li ser korîdorekê biaxivin, bila ew ne korîdoreke Îsraîlî yan Erebî be, lê korîdoreke demokratîk ji bo Kurd û Tirkmenan be. (…) Ez niha ji Îsraîlê bêtir Îranê girîngtir dibînim. Divê baldar bin; ew dixwazin vê pêvajoyê biteqînin. (…) Me pêvajo li vir dest pê kir û di heman rojê de, bûyera Tuşaşê qewimî. Çil sal in, Îran tiştê ku dixwaze dike. Ew bi qasî min li ser Qendîlê bandor heye. Veguherandina vê yekê bo pevçûnekê ne baş e. Pêdivî ye ku ez hêdî hêdî bandora xwe zêde bikim.”