Platforma Jinan a Rihayê: Em têkoşîna azadiyê berfireh dikin 2026-03-01 15:25:31   RIHA - Platforma Jinan a Rihayê têkildarî 8'ê Adarê wiha got: "Di 8'ê Adarê de, em têkoşîna aştî, laîkbûn û azadiyê li dijî xizanî, tundûtûjî û bêewlehiyê berfireh dikin."   Platforma Jinan a Rihayê li Parka Novada ya navçeya Xelîliye ya Rihayê derbarê çalakiyên ku di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de werin lidarxistin de civîneke çapemeniyê li dar xist. Gelek jin beşdarî civîna çapemeniyê bûn. Jinan pankartek bi nivîsa "Em di têkoşîna maf û jiyana xwe de dibin yek" hilgirtin. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê seroka Mala Jiyana Jinan Sema Koroglu ve li ser navê komê hate xwendin.   'Jin neçar in ku bedelên krîzan bidin'   Sema Koroglu, diyar kir ku jin neçar in ku bedelên krîzên civakî bidin û got, "8'ê Adarê ji bo jinan rojek berxwedana dîrokî ye li dijî îstismara keda me, nezelalbûna wê, cudakarî, zext û tundûtûjiyê. Di 8'ê Adarê de, em têkoşîna aştî, laîkbûn û azadiyê li dijî xizanî, tundûtûjî û bêewlehiyê berfireh dikin."   Piştî daxuyaniyê, ku bi dirûşmeyên "Jin jiyan azadî"û çepikan bi dawî bû, jinan broşûrên 8'ê Adarê belav kirin.