Hesekê bi keziya jina Kurd û alên pîroz hat xemilandin 2026-03-01 15:26:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi nêzbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê Kongra Star a bajarê Hesekê dest bi xemilandina bajêr kir.   Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya çalakiyên xwe yên ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşma “Bi Felsefeya Jin, Jiyan Azadî, em ê destkeftiyên şoreşa jinan biparêzin” di 19’ê Sibatê de aşkera kir.   Di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de, Kongra Star a bajarê Hesekê dest bi xemilandina bajêr kir. Îro çerxeriya Sebax, Sînalko, Kevokê, Şehîd Arîn û çend çerxeriyên sûka bajar bi keziyên jinan, alên Kongra Star, Hêzên Parastin Jin (YPJ) û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û pankartên bi nivîsa “Keziya jina Kurd bi hêz e” , “JIN JIYAN AZADΔ hatin xemilandin.