Li Wanê hevdîtina gel 2026-03-01 19:42:19   WAN- MEBYA-DER a Wanê bi boneya Remezanê bernameya fitarê li dar xist û bi tevlibûna Veysî Aktaş û Çetîn Arkaş li gel malbatan hate cem hev.   MEBYA-DER a Wanê bi boneya Remezanê bernameya fitarê li dar xist û li gel malbatan hate cem hev. Bername li eywaneke dawetê ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê pêk hat û siyasetmedarên Kurd Veysî Aktaş û Çetîn Arkaş jî tevli bûn.   Bername, ji bo cangoriyên demokrasiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di bernameyê de geşedanên dawî yên li herêmê û pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” hatin nîqaşkirin û piştre malbat û siyasetmedaran bi hev re fitara xwe vekirin.   Bername piştî vekirina fitarê bi dawî bû.