Kampanyaya ‘Sêşema Ji Darvekirinan re Na’ berdewam dike 2026-04-07 13:42:32   NAVENDA NÛÇEYAN -Kampanyaya ‘Sêşema ji Darvekirinan re Na’ di hefteya 115’an de ragihand ku, tevî ku hinek endamên vê kampanyayê hatine darvekirin, dê girtî çalakiyên protesto û grevên biçîbûnê bidomînin.   Kampanyaya ‘Sêşema Ji Darvekirinan re Na’ ku li dijî pêkanînên cezayê darvekirinên li Îranê hatiye destpêkirin, ket hefteya xwe ya 115’an. Kampanyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku tevî ku hinek endamên vê kampanyayê hatine darvekirin, dê girtî çalakiyên xwe yên protesto û grevên biçîbûnê bidomînin.   Daxuyanî wiha ye:   “Kampanya tevî ku 6 endamên wan hatine darvekirin didome. 7’ê Nîsanê roja Sêşemê, kampanyaya ‘Sêşema ji Darvekirinan re Na’ keta hefteya xwe ya 115’an. Hemwext 6 endamên berê yên vê kampanyayê hatin darvekirin. Beramberî vê jî, girtiyên beşdarî kampanyayê bûne, grevên xwe yên birçîbûnê yên heftane didomînin. Ev kampanyaya ku her roja Sêşemê girtî dikevin greva birçîbûnê, tevî qedexeyên têkiliyê û qutbûnên înternetê jî nesekiniye. Girtî di şertên ku têkiliya wan bi temamî ji dinyaya derve qut bûyî de, girêdayî rêgezên xwe bûn û grevên xwe yên birçîbûnê domandine. Ev rewş nîşan dide ku tevgerên protestoyê, yên di nava girtîgehan de didome.   6 endamên kampanyayê hatin darvekirin   Hêjayî bi bîrxistinê ye ku di rojên dawî de, 6 endamên kompanyayê Vahîd Benî Ameriyan, Muhammed Takavî, Babek Alîpur, Pouya Kabadî, Ebulhasan Montazer û Ekber Daneshvarkar, hatine darvekirin. Ev kes, kesayetên nas ên kampanyayê bûn û berê jî ketin greva birçîbûnê ya heftane. Ew jî beşdarî navên Behruz Ehsanî û Mehdî Hasanî ku berê hatin darvekirin bûn.   Rapor nîşan didin ku beriya înfazên cezayên darvekirinê, zextên li ser girtiyan zêde bûne. Li gorî agahiyên hatine parvekirin, şeva 30’ê Adarê gardiyanên girtîgeha Gazelhîsarê, ketine qawîşa 4’an û girtî derb kirine û wan avêtine hucreyan. Hate îfadekirin ku ev pêkanîn gelemperî beriya darvekirinan dubare dibin.   ‘Darvekirin dê li pêşiya çalakiyan nebe asteng’   Darvekirina van 6 girtiyan, di çend qonax û rojên li pey hev de hatin pêkanîn. Di 1’ê Nîsanê de Ekber Daneshvarkar û Muhammed Takavî, di 2’yê Nîsanê de Babek Alîpur û Pouya Kabadî û di 5’ê Nîsanê de Vahîd Benî Ameriyan û Ebulhasan Montazer hatin darvekirin.   Tevî van pêlên darvekirinê, kampanyaya ‘Sêşema ji Darvekirinan re Na’ didome, girtî diyar dikin ku ev pêvajo dê li pêşiya domandina protestoyên wan nebe asteng.”