Li Mexmûrê ji bo bîranîna Uveyş Ocalan dar hat çandin 2026-04-11 15:36:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê di bin pêşengtiya Meclîsa Îştar de dayîka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Uveyş Ocalan, di 33’emîn salvegera wefata xwe de hat bîranîn.   Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di bin pêşengtiya Meclîsa Îştar de dayîka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Uveyş Ocalan, di 33’emîn salvegera wefata xwe de bi daxuyaniyek hat bîranîn. Daxuyanî li baxçeyê dayîka Uveyş hat dayîn.   Beriya daxuyanî were dayîn ji bo bîranîna dayika Uveyş dar hatin çandin. Piştî dar çandinê di kesayeta dayîka Uveyş de ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştre li ser bîranîna Uveyş Ocalan endama Meclîsa Îştar Fadîle Yilmaz axaftinek kir.   Fadîle Yilmaz di destpêka axaftina xwe de qala kesayeta Uveyş Ocalan kir û ev tişt anî ser ziman: “Dayika Uveyş navê xwe li dîrokê da. Li hember zilmî û bêmafiyê serî ne tewand û dayîkek berxwedêr bû. Dayîka Uveyş qehremenek wek Rêber Apo anî cîhanê û mezin kir. Hertiştî bi Rêber Apo da fêr kirin û anî heta roja me ya îro. Ew ne tenê dayîka Rêbertî ye, dayîka tevayî gelê Kurd e. Ew fedekariyek mezin ji bo tevayî gelê Kurd kiriye. Em wek gelê Kurd minetdarê wê ne.”   Fadîle Yilmaz wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dayîkên wek dayîka Uveyş li cîhanê nîne. Em ê hertim dayîka Uveyş bi mindetdarî bibîrbînin. Em li hember berxwedan û keda wê bejna xwe li ber ditewînin. Wê hertim mejî, dil û rihê me li gel felsefeya ku dayîka Uveyş bi Rêber Apo dayî zanîn, bin.”   Bîranîn bi dirûşmeyan dawî bû.