17 sal cezayê girtîgehê li Nevzat Bahtiyar hat birîn 2026-04-16 12:28:53     NAVENDA NÛÇEYAN - Di danişîna doza qetilkirina Narîn Guranê de ji ber sûcê “alîkarîdayina sûcê kuştina biqesdî” 17 sal cezayê hefsê dan Nevzat Bahtiyar.    Di doza qetilkirina Narîn Guranê de danişîna Nevzat Bahtiyar hate lidarxistin. Di dozê de ji ewil 4 sal û nîv cezayê hefsê li Bahtiyar hatibû birîn û piştî Dadgeha Bilind ev biryar betal kirî, doz jinûve tê lidarxistin.    Danişîna dozê li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Di dozê de ji ber sûcê “alîkarîdayîna sûcê kuştina biqesdî” 17 sal cezayê hefsê li Nevzat Bahtiyar hate birîn.