Dayika Saadet Îdîn a tahliyeya wê hatiye taloqkirin: Em aştiyê dixwazin 2026-06-26 09:03:02   ŞIRNEX - Dayika girtiya nexweş a bi navê Saadet Îdîn ku tahliyeya wê du caran hatiye taloqkirin, Aliye Îdin der barê rewşa keça xwe de axivî û da zanîn ku divê ev zilm bi dawî bibe û got: “Divê di serî de Rêberê Gelê Kurd û girtiyên nexweş demildest bên berdan.”   Binpêkirinên mafan li girtîgehan her diçin zêde dibin. Girtiyên nexweş nayên dermankirin û tevî rewşa wan giran e jî nayên tahliyekirin, tahliyeya wan tên taloqkirin. Yek ji van Saadet Îdîn e û li girtîgeha Jinan a Erzînganê girtiye. Saadet Îdîn ku divê di 15’ê Kanûna 2025’an de bihata berdan ji aliyê Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ve bi ferzkirina ‘poşmaniyê’ 6 mehan hat dirêjkirin. Demek berê cara duyemîn bi heman hincetan 6 mehên din hat dirêjkirin.   Saadet Îdîn ku milê wê yê çepê felc e, di 2015’an de dema çû hevdîtina birayê xwe yê li Manîsayê hat binçavkirin û şandin girtîgeha Şakran a li Îzmîrê. 2 sal û 6 mehan li vir ma û piştre hat berdan. Di firinekê de dest bi xebatê kir û di 2018’an de felc bû. Heman salê ku ji bo îmzeyê çû emniyetê hat binçavkirin û bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hat girtin. 4 salan li girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê ma û piştre şandin girtîgeha Jinan a Erzînganê.   Dayika Saadet Îdin, Aliye Îdin der barê rewşa keça xwe de ji ajansa me re axivî.   ‘Ji bo îmzeyê çû, hat girtin’   Aliye Îdin da zanîn ku keça wê ewil di navbera 2015-2016’an de hatiye girtin û got: “Dema girtin li girtîgeha Şakranê ma. Piştre hat berdan. Salekê li derve ma. Wê demê li Şirnexê qedexeya derketina derve hebû. Li firinekê dest bi xebatê kir. Nanê tenûrê çêdikir. Wê demê felc bû. Milê wê felc bû. Ji bo kontrolê çû Silopiyê, emniyet geriya û got divê bê îmzeyê bavêje. Keça min çû û hat girtin. 14 sal û 6 meh ceza dan. Birin girtîgeha Şirnexê. 6 mehan bi tena serê xwe di hucreyê de ma. Sê salan li Şirnexê ma û piştre birin Erzînganê.”   ‘Gelek pirsgirêkên tenduristiyê dijî’   Aliye Îdîn destnîşan kir ku keça wê nexweş e û wiha bi lêv kir: “Saadet gelek pirsgirêkên tenduristiyê dijî. Çavên wê bi pirsgirêk in. Milê wê felc bûye. Di pişta wê de fitiq heye. Di pêsîrên wê de kîst hene. Nexweşiyên wê zêde bûne.”   Tahliye du caran hat taloqkirin   Aliye Îdîn wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelek girtiyên nexweş hene. Em dixwazin keça me bê berdan. Divê girtiyên nexweş bên berdan. Em aştiyê dixwazin. Bila ev zilm bidawî be. Zarokên me li girtîgeha li dijî nexweşiyan têdikoşin. Keça min tevî tahliyeya wê qedyaye nayê berdan. Ev du car in tahliye tê taloqkirin. Divê di serî de Rêberê Gelê Kurd û hemû girtiyên din berdin.”