Li Kerboranê ji bo zarokan fîlmê anîmasyon a Kurdî 2026-10-16 18:18:13   MÊRDÎN - Ji bo zarokên di kreşa di bin bana Navenda Jinan a Jiyan a Şaredariya Kerboranê fîlmê anîmasyon a Kurdî hat nîşandan. Zarokan çîrokên ku bi zimanê wan dihat vegotin temaşe kirin.   Ji bo zarokên di kreşa di bin bana Navenda Jinan a Jiyan a Şaredariya Kerboran a Mêrdînê de fîlmê anîmasyon a Kurdî hat nîşandan. Di bernameya li salona konferansê ya navendê pêk hat de fîlmên anîmasyonê yên‘Gergerok’, ‘Piya’ hatin nîşandan.   Zarokan cara yekemîn bi zimanê xwe fîlm temaşe kirin û demên bi kêf derbas kirin.