Jinên Kobanê çanda xwe bi rêya çalakiyan didin nasîn 2026-10-18 16:19:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedan jinên bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê bi riya çalakiyên lêvegera li çanda dayîkê, çand û hûnera xwe pêşkêş kirin.   Rêxistina Kongra Star a li mala Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li gundê Elpelûrê yê li Rojavayê Kobanê, çalakiyek a  lêvegera li çanda dayîkê li dar xistin. Di vê çalakiyê de bi sedan jin hatin ba hev û çanda xwe ya dayîkê ji nû ve zindî kirin.   Jinên ku bi cil û bergên xwe yên gelêrî beşdar bûn karîn atmosferek rengîn û resen ya bi hilim û rengê dayîkê xemilandî derxin holê. Her komek dayîk beşek ji çanda xwe ya resen pêşkêş kirin. Jinan tevin, rêsandina hirî, çêkirina nanê tîrê, xwarin, berhemên destan, destar, conî û hwd bi şêwazên cûda pêşan dan.     Çalakî bi deqeyek rêzgirin destpê kir, pişt re peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku pêşkêşî konferansa Jineolojî ya Ewropa kirbû ji aliyê endama kordînesyona Kongra Star Peyman Elûş ve hat xwendin. Pişt re rêveberiya Mala Jin Nesra Derwîş axaftin kir.   ‘Kombûna vê hejmara jinan li dora çanda jin-dayîkê tê wateya girîngiya têkoşîna me’   Nesra Xelîl da zanîn ku bi rêya têkoşîna azadiyê dîrok tê sererastkirin û wiha got: “Lidarixstina çalakiyek  çandî ya jinan û nûjenkirina reseniya wê li mala Rêber Apo xwedî wateyek girîng û peyameke wiha dide ku hêz, çand û zimanê jinan tu carî di bin tarîtiya hişmendiya mêr-dewlet de namîne. Dîroka ku ji aliyê jin-dayîkê ve hatiye afirandin rastî destdirêjî û berovajîkirinê hat. Wek jinên Kurd jî me bi rêya felsefeya Rêber Apo de dest bi têkoşîna sererastkirina dîroka mirovahiyê kir. Ji bo vê jî kombûna ev hejmara jinan ya li derdora çanda jin-dayîkê tê wateya girîngiya têkoşîna me.”   Di berdewamiya bernameyê de komek dayîk li hev civiyan û bi stran û dengbêjiyên xwe reng dan çalakiyê.   Di dawiyê de jî xwarinên ku bi destên jinan hatibûn amedekirin, li gel berzkirina diruşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hatin pêşkêşkirin.