Zarok hînî pêvajoya amadekirina zeytûnan bûn 2026-10-27 11:07:34   AMED - Zarokên ku beşdarî çalakiya şikandina zeytûnan a ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat lidarxistin bûn, çanda berhemhênana nerm nas kir. Zarokên ku tevlî pêvajoya amadekirina berhemên siruştî bûn, giringiya hilberîna bi hev re, parvekirinê û danîna pêwendiyê bi sirûştê re ezmûn kirin.   Li Zarokistana Bagcilar û Kreş û Navenda Lênihêrîna Rojê ya 450 Evlerê ku bi Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Rêveberiya Şaxa Xizmetên Zarokan ve girêdayî ne, çalakiyek şikandina zeytûnan hat lidarxistin. Armanc ji vê çalakiyê ew bû ku zarok çanda berhemhênana gelêrî nas bikin û der barê pêvajoyên amadekirina berhemên siruştî yên ku di jiyana rojane de tên bikaranîn de bibin xwedî ezmûn.   Pêvajoya amadekirina zeytûnan fêr bûn   Di çalakiyê de ku rêbazên kevneşopî hatin naskirin, zarokan pêvajoya amadekariyê ya ku zeytûn berî bigihêje ser sifrê derbas dike hîn bûn. Bi tevlêbûna çalak di pêvajoya hilberînê de, fêrbûna zarokan a bi rêya kirin û ezmûnê hate piştgirîkirin.   Bi vê çalakiyê re, derfet ji zarokan re çêbû ku berhemên siruştî yên ku di jiyana rojane de pê re rû bi rû dimînin ji nêz ve nas bikin û her wiha tevkariya eleqeya wan a li ser pêvajoyên hilberînê hate kirin.   Xweşiya hilberînê û parvekirinê jiyan   Di çalakiya şikandina zeytûnan de, zarokan dema çanda berhemhênana kevneşopî ezmûn dikirin, giringiya tevgera bi hev re û parvekirinê jî hîn bûn. Zarokên ku demeke xwe bi hev re derbas kirin, hem ezmûnên nû bi dest xistin û hem jî derfet dîtin ku pêwendiya xwe ya bi sirûştê re xurtir bikin.   Armanc ew e ku bi vê çalakiyê re nirxên wekî parvekirin û piştevaniyê di navbera zarokan de bên xurtkirin.