Li Gimgimê nobeta li dijî JES’ê di roja 178’an de ye 2026-10-28 18:13:16   MÛŞ - Nobeta ku li gundê Xwarik ê Gimgimê nobeda ku li dijî projeya JES’ê hatiyû destpêkirin, di roja 178’an de ji hêla şêniyên gundê Reqasan ve dewr hat girtin.   Nobeta ku Meclisa Ekolojiyê ya Gimgimê li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) ku ji aliyê Şîrketa IGNIS H2 ya Amerîkî ve tê xwestin li gundê Xwarik ê navçeya Gimgim a Mûşê bê çêkirin, di roja 178’an de berdewam dike.   Li cihê nobetê pankarta “Gelê Gimgimê santrala eneriya jeotermal naxwaze. Destê xwe nedin ava min, destê xwe nedin axa min” hate daliqandin.   Nobet bi dewrgirtina şêniyên gundê Reqasan ve berdewam dike.