‘Kobaniyê radestî tarîtiyê nekirin’ 2026-10-30 16:25:20   STENBOL - TJA, DEM Partî û HDK derbarê 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de li pêşiya Balyozxaneya Sûriyeyê daxuyanî dan û wiha gotin: “1ê Mijdarê semboleke cîhanî ye ku ruhê azadiya gelan, aştiyê û piştevaniyê dide jiyandin. Roja Kobanê ya Cîhanê, li gel bibîranîna berxwedana destanî, sembola cîhanî ya mafên mirovan, aştî, azadî û piştevaniyê ye.”   Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) bi wesîleya 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li pêşiya Balyozxaneya Sûriyeyê ya navçeya Şîşliya Stenbolê daxuyanî dan. Endam û rêveberên partiyên siyasî û civakî, Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em şoreja jinan a enternasyonel silav dikin” hate vekirin. Dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Kobanê’ û ‘Kobane Ya Me Ye Rûmeta Me Ye” hat berzkirin.   Daxuyaniya bi zaravaya Kurdî Kurmancî ji hêla rêveberê DBPê ya Marmarayê Mevlud Aykoç ve hat xwendin.   ‘Kobaniyê radestî tarîtiyê nekirin’   Mevlûd Aykoç anî ziman ku 1ê Mijdarê, ew roj e ku gelan li hemberî tarîtiyeke bêdawî li ber xwe daye û îradeya xwe ya jiyînê nîşan daye û wiha got: “DAIŞa ku dijminê komên baweriyên cuda, nasname û çandan, îradeya jiyana hevpar a gelan û jinan e, di 15ê Îlona 2014an de bajarê Kobanê dorpêç kiribû û ji bo ku destkeftiyên Şoreşa Rojavayê ji holê rake, dest bi êrîşê kiribû. Beriya 12 salan li hemberî êrîşa çeteyên DAIŞê ya li ser Kobanê, di serî de gelê Kurd, Ereb, Ermenî, Êzidî û berxwedêrên enternasyonalîst ên ku ji çar aliyên cîhanê hatibûn Kobaniyê radestî tarîtiyê nekirin. Di encama berxwedan û têkoşîneke destanî de axa xwe radest nekir û ew azad kir. Çeteyên DAIŞê yên ku dixwestin şoreşa gelan bitefînin, berovajî tiştê ku plan kiribûn, rastî berxwedaneke dîrokî ya 134 rojan hatin û rastî têkçûneke mezin hatin. Şoreşgerên enternasyonal, sosyalîst û femînîstên ku ji Amerîkaya Latîn, Asya û Ewropayê, ji çar aliyên cîhanê tev li berxwedanê bûbûn, ji bo ku di Şoreşa Rojava de piştgiriyê bidin avakirina modela civaka nû ya demokratîk, ekolojîk û ya ku xwe dispêre azadiya jinê, tev li berxwedanê bûn. Îro ev berxwedan bûye semboleke ku hem hêza piştgiriya navneteweyî û hem jî ya piştevaniya enternasyonal nîşan dide.”   ‘Divê hemû girtiyên doza Kobanê bên berdan’   Mevlûd Aykoç destnîşan kir ku 1ê Mijdarê, bi banga hevpar a akademîsyenan, parêzvanên mafên mirovan, nivîskarên xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê û rêxistinên civaka sivîl wekî “Roja Kobanê ya Cîhanê” hat ragihandin û wiha pêde çû: “1ê Mijdarê semboleke cîhanî ye ku ruhê azadiya gelan, aştiyê û piştevaniyê dide jiyandin. Roja Kobanê ya Cîhanê, li gel bibîranîna berxwedana destanî, sembola cîhanî ya mafên mirovan, aştî, azadî û piştevaniyê ye. Dema ku li dijî êrîşên çeteyên DAIŞê yên li ser Kobanê hemû gelên cîhanê dengê xwe bilind dikin, îradeyên pêşeng ên siyaseta demokratîk ên ku xwedî li vê berxwedanê derketine, hîn jî di girtîgehan de dîl tên girtin. Parastina Kobanê, helwesta li dijî sûcên ku li hemberî mirovahiyê tên kirin sekinîn e. Parastina Kobanê, li dijî polîtîkayên yekperest, zayendperest, mezhebperest û mîlîtarîst, parastina jiyana hevpar a cudahiyan e. Ji ber vê sedemê, ji ber ku wan berxwedana Kobanê parastiye, di serî de Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ên ku îro di girtîgehan de dîl tên girtin, divê hemû girtiyên doza Kobanê bên berdan û pêşiya siyaseta demokratîk bê vekirin.”   ‘Sûriyeyeke demokratîk tê wateya Rojhilata Navîn a demokratîk’   Her wiha Mevlûd Aykoç diyar kir ku Kobanê ne tenê cihekî wisa ye ku çeteyên DAIŞê êrîşî wir kirine û gelên wê xwe parastiye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo gelên ku di bin zilma netew-dewletan de tên çewisandin, deriyek hat vekirin. Ev fikir, bawerî û bersiv hîn jî rêya têkoşîna me ronî dike. Di pêvajoya entegrasyona siyasî, leşkerî û îdarî de hevdîtinên ku ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Rojavayê tên kirin, berdewam dikin. Guhertina nêzîkatiya siyasî ya ku hebûn û nasnameya Kurdan tune dihesibîne, qebûlkirina statuya wan a siyasî, çandî û civakî wekî yek ji gelên damezrîner ên Sûriyeyê, misogerkirina mafên wan ên zimanî û çandî, naskirina mafê wan ê xwedîbûna mekanîzmayên xweparastinê û qebûlkirina rêveberiyên herêmî, ji pêdiviyên pêvajoya entegrasyona demokratîk in. Sûriyeyeke demokratîk tê wateya Rojhilata Navîn a demokratîk. Tê wateya jiyana hevpar û azad a hemû gel, bawerî, nasname û çandan.”   Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.