Abdullah Ocalan derbasî cihê nû yê li Îmraliyê hatiye çêkirin bû 2026-10-31 21:51:17     NAVENDA NÛÇEYAN- Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Mîthat Sancar wiha got: “Birêz Ocalan derbasî cihê nû yê li Îmraliyê hatiye çêkirin bû. Qebûlkirina Birêz Ocalan  a derbasbûnê lezbûnê ferz dike.”   Endamê Heyeta Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mîthat Sancar di Medya Haber TV’yê de der barê rojevê de nirxandin kir.   Mîthat Sancar  balkişand ser asta ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk   û da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbasî cihê nû yê li Îmraliyê hatiye çêkirin bûye. Mîthat Sancar wih agot: “Ev du mehe di pêvajoyê de rawestînek heye. Dîrokên diyarkirî mijara gotinê bûn. Ev pêk nehatin. Pitşî gavên ku Tevgera Kurd avêtin şûnde divê lijne biçûna Îmraliyê. Lijneya ku Birêz Ocalan têde bixebite Lijneya Aştî û Siyasîbûnê ye. Şertên nû tînin rojevê. Dema ev şert bên rojevê carê hewa û hawirek cûda ava dibe. Divê ji bo pêşketina pêvajoyê Birêz Ocalan pêvajoyê kordîne bike. Ev faktorek girînge.”   ‘Birêz Ocalan debasî cihê nû bû’   Mîthat Sancar destnîşan kir ku pêvajo yek alî û bi bendewariyên yekalî nikare bimeşe û gava esas ya girê vebike ji aliyê Abdullah Ocalan ve têkirin. Mîthat Sancar wiha domand: “Pêvajo yek alî nameşe. Ya ku çarsreiyê bike Birêz Ocalane. Divê dewlet ji helweta hişk û bi israr dur bikeve. Fikra ku bê xapandinê nêzîkatiyeke şaşe. Pêvajoyê qadek siyasî ya cidî vekir. Birêz Ocalan derbasî cihê nû yê li Îmraliyê hatiye çêkirin bû. Qebûlkirina derbasbûna wir lezbûna pêvajoyê ferz dike.”