'Betalkirina nefeqeyê bi nêrîna serdest a mêr hat dayîn' 2026-11-01 09:08:41   ENQERE- Parêzer Ceren Kalay Eken balkişand ser betalkirina ‘mafê nefeqeya bêdem’ a ji aliyê Dadgeha Destûra Bilind ve hat dayîn û da zanîn ku ev bi rayeya dadger dikare bi dem jî bê dayîn û got ev biryar bi nêrîna serdet a mêr hatiye dayîn.   Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) di 4’ê Hezîrana 2026’an de nefeqeya xizaniyê ya  ‘bêdem’ a di xala 175’emîn a Qanûna Medenî ya Tirk de cih digirt û ji bo kesên piştî destberdanê bikeve xizaniyê, dihat dayîn, betal kir.  Biryar di 30’yê îlona 2026’an de hat weşandin. Biryar hat dayîn ku 9 meh piştî weşandinê di 30’ê Hezîrana 2027’an de bikeve meriyetê.   Yek ji parêzera dildar a Weqfa Piştevaniya Jinan Ceren Kalay Eken der barê mijarê de axivî.   Hinceta redê ya 14 sal berê ya DDB’ê   Ceren Kalay  Eken biryara redê a li dijî betalkirina mafê nefeqeya ‘bêdem’ a di 2012’an de Dadageha Destûra Bingehîn daye bi bîr xist û got: “Bi biryara redê ya 14 sal berê ya DDB’ê jî dikare bersiv bê dayîn. Di wir de behsa aliyê ku dikeve xizaniyê tê kirin. Ji ber siyaset û çapemeniyê kir rojev bandor li biryara DDB’ê hat kirin. Biryara hatibû dayîn li gorî edaletê bû.”   Pirsgirêka esas di pêkanînê de bû   Ceren Kalay Eken balkişand ser ‘rêgeza diyarbûnê’ a di biryara Dadgeha Destûra Bingehîn de û tevî ku îbareya ‘bêdem dikare bê dayîn’ tunebû jî dibêjin pêkanîn li vê hatiye vegerandin û got: “Ji ber dadger şîroveyek baş nakin bandora wê heye û got: “ Dadger di her gava şên ber de rayeya xwe ya bi takdîr bikar naynin û tişta pêwist naynin cih. Ji ber vê jî pirsgirêk di pêkanînê de ye. Di qanûna heyî de, di şertên pêwist de rakirina nefeqeyê hatiye sererastkirin. Di kîjan şertan de dikare bê rakirin ev jî tê gotin. Ligel vê  di xala berdewamkirina nefeqeyê de tê gotin ku ji bo yek carê bi teqsîrê diyarkirin û ger ku kes zewaceke din bike dikare nefeqe bê rakirin. Rewşa heyî di her bûyera şênber de pêkanînek adîlane pêşkêş dike.”   ‘Divê em keda jinê ya di lênerînê de biaxivin’   Ceren Kalay Eken di berdewamiyê de anî ziman ku li gorî dema zewacê diyarkirina nefeqeyê ne rast e û got: “Em vê dipirsin; Mînak jinek mehekê zewicandî dimîne, ducanî maye. Em dikarin bêjin ku ev tenê mehekê zewicandî maye? Dema ku em li ber çavan bigirin, seranserê jiyanê barê zarok li ser jinê dimîne, gelo wê nefeqe li gorî çi bê diyarkirin. Divê em vê biaxivin.  Nava mêran de nêrîneke weke girseyeke cidî ya mexdûrên nefeqeyê hene hat nîşandan. Ev hewldaneke li dijî mafê hatiye bidestxistinê ye.”   Aliyê xizan çima jin in?   Ceren Kalay Eken da zanîn ku rêzikname mêran diparêze û got: “Seranserê zewacê aliyê xizan jin in. Di qanûnê de der barê nefeqeyê de îbareya ‘ji bo aliyê dikeve xizaniyê divê bê dayîn’ cih digire. Li dijî biryarê heta 30’yê hezîrana 2027’an divê sererastkirinek bê kirin. Piştî biryara DDB’ê di rojnameya fermî de hat weşandin 9 meh şûnde dikeve meriyetê. Di lêkolînên ku baro û rêxistinên civaka sivîl kirine de beşek mezin a nefeqeyan nefeqeyên ji bo zarokan e û piraniya van jî nayên dayîn. Nefeqeya ku jin digirin jî kêm e. Piranî destberdan ji ber tundiyê ne. Ji ber vê jî ji bo yê nefeqeyê dide nebe muxatab nefeqeyê nake îcrayê û dema bike jî nefeqe ji bo zarokan nayê tahsîlkirin. Jin li vî welatî xizan tên hiştin, jiyana wan li dawî dimîne. Divê nefeqe bibe cureyekê tazmînatê. Jin di her alî de di alî aborî û manewî de tenê tên hiştin. Divê dewlet barê lênerînê bigire ser xwe. Jin her tim gavekê ji jiyanê şûnde dimînin.”   ‘Divê em dengê xwe bidin bihîstin’   Ceren Kalay Eken da zanîn ku ew li dijî biryarê ne û ev maf  li ser siniyeke zêrîn nehatine pêşkêşkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê em li dijî vê biryarê dengê xwe bilind bikin. Dengê xwe bidin bihîstin.”