Encamnameya Konferansa Entegrasyona Demokratîk eşkere bû 2026-11-02 16:40:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Zurihê encamnameya Konferansa Entegrasyona Demokratîk hate eşkerekirin. Di encamnameyê de bang hate kirin ku nasnameya Kurd were naskirin û ewlehiyên hiqûqî, xweseriya demokratîk û rêxistinbûna civakî bên xurtkirin.   Komeleya Lêkolînên Civakî ya Kurd (Akademî Kurd) encamnameya Konferansa Entegrasyona Demokratîk eşkere kir. Konferas 24’ê Cotmehê li bajarê Zurîh ê Swîsreyê bi tevlîbûna 300 delegeyan hatibû lidarxistin. Di encamnameya konferansê de têkildarî perspektîfa entegrasyona demokratîk a ku Rêber Apo di çarçoveya Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk de pêş xistiye, astên siyasî, civakî, hiqûqî û aborî nirxandin hatin kirin.   Di encamnameyê de encamên nîqaşên 4 rûniştinan hate ragihandin û hate diyarkirin ku entegrasyona demokratîk tenê bi dawîbûna şer re sînordar nîne, divê şert û mercên siyasî, hiqûqî û civakî yên dibin sedema şer jî bên tunekirin.   Di beşa ewilî ya encamnameyê de hate destnîşankirin ku entegrasyona demokratîk li dijî asîmîlasyon û bênasnamebûnê ye. Hat diyarkirin ku nabe entegrasyon tenê weke pêvajoyeke yekalî bê nirxandin û hate bilêvkirin ku veguherîna demokratîk pêwîst e. Hat destnîşankirin ku eger têkoşîn û muzakere bi hev re neyên meşandin, pirsgirêka Kurd bi rengekî mayînde çareser nabe.   Di beşa têkildarî Rojava de geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke mînakek şênber a entegrasyona demokratîk hate nirxandin. Hat diyarkirin ku rêveberiya Rojava bi rêveberiya Şamê re pêvajoya entegrasyonê dimeşîne û li aliyekî xweseriya heyî diparêze, li aliyê din jî jinûve avakirina Sûriyeyê ya li ser bingehê demokrasiyê armanc dike.   Di beşa encamnameyê ya derbarê têkoşîna jinan de jî hate destnîşankirin ku gelê Kurd zêdeyî 50 sal in bê navber têdikoşe û hate diyarkirin ku jinên Kurd di vê pêvajoyê de hem tevlî têkoşînê bûn, hem jî cihê xwe yê siyasî û civakî ava kirine.   Hate ragihandin ku ciwan, xwendekar, akademîsyen û rêxistinên civaka demokratîk divê di vê pêvajoyê de bi roleke aktîf rabin û qala rola diyarker a di veguherîna demokratîk a rêxistinbûna civakî de hate kirin.   Di beşa hiqûqî ya encamnameyê de hate ragihandin ku di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de divê sererastkirinên qanûnî diyarker bin.   Yek ji sernavên girîng a encamnameyê sererastkirinên civakî û hiqûqî yên pêvajoya derbasbûnê ye.   Hat îfadekirin ku entegrasyona demokratîk di sazî û qanûnên dewletê de reformên berfireh dixwaze û hate gotin, divê hevrûbûna bi binpêkirinên mafan ên rabirdûyê re çêbibe û mekanîzmayên edaletê yên ku daxwazên mexdûran esas digirin, bên avakirin.   Di vê çarçoveyê de hate pêşniyarkirin ku “Rewşa Awarte ya Demokratîk” were îlankirin.   Di encamnameyê de bi berfirehî behsa asta aborî ya entegrasyona demokratîk jî hate kirin.   Di beşa dawî ya encamnameyê de hate diyarkirin ku konferansa li Zurihê ji bo çarçoveya teorîk a entegrasyona demokratîk û rêbazên wê yên pêkanînê, destpêkek e.   Akademî Kurd destnîşan kir ku Kurdistaniyên li Swîsreyê divê hîn berfirehtir entegrasyona demokratîk nîqaş bikin û ragihand ku ew ê dema pêş xebatên xwe yên di vê qadê de bidomînin.