Halide Turkoglu: Em budçeyek ku keda jinan paşguh dike red dikin 2026-11-03 13:40:10   ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê  di nîqaşa budçeyê ya Wezareta Kar û Ewlehiya Civakî de axivî û daxwaza rakirina astengiyên li pêşiya mafê jinan ê ewlekirina kar û rêxistinbûnê kir. Halide Turkoglu got, "Em bi tevahî budçeya we qebûl nakin, ku vê pergala kar a ku keda jinan îstismar dike û ji hêza wan a rêxistinkirî ditirse, xwedî dike."   Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Halide Turkoglu di nîqaşên budçeyê yên Wezareta Kar û Ewlehiya Civakî de axivî. Halide Turkoglu bal kişand ser bêewlehî, karê nefermî û diyar kir ku budçeya Wezaretê bi polîtîkayên ku keda jinan nayê dîtin hatiye amadekirin.   Halide Turkoglu kesên ku li Dîlovasiyê jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Halide Turkoglu axaftina xwe bi bîranîna Cansu Esetoglu, Nisanur Taşdemir, Tugba Taşdemir, Esma Gikan, Şengul Yilmaz, Hanim Gulek û Tuncay Yildiz dest pê kir, ku di 8'ê Mijdara 2025'an de di şewata cihê kar ê Ravive Kozmetik ê li Dîlovasiyê de jiyana xwe ji dest dan, dest pê kir û berpirsiyariya Wezaretê ya çavdêrîkirina mirinên li cihê kar bi bîr xist. Halide Turkoglu diyar kir ku budçe nebûna tedbîrên pêşîlêgirtinê, vekolînên nebaş û jiyana bêveger nîşan dide û got, "Em li ser budçeya polîtîkayên ku keda jinan nayê dîtin, newekheviyên di jiyana xebatê ya jinan de kûrtir dikin, ne ku çareser bikin û jinan mehkûmî karên ne ewle, mûçeyên kêm û jiyaneke bêewle dikin nîqaş dikin."   'We ji bo jinên karkerên malê çi kiriye?'   Halide Turkoglu diyar kir ku yek ji astengiyên li pêşiya serxwebûna aborî ya jinan nebûna afirandina derfetên kar ên kalîfîye û daîmî ye û pirsî ku Wezaretê ji bilî bernameyên karsaziyê û jêhatîbûnê yên demkurt çi gav avêtine. Halide Turkoglu destnîşan kir ku jinên karkerên malê di şert û mercên nebaş de di warên wekî paqijî, lênêrîna zarokan û lênêrîna extiyaran de têne xebitandin û destnîşan kir ku ev jin di malên ku lê dixebitin de bi tacîz, îstismar û tundûtûjiyê re rû bi rû dimînin.   Halide Turkoglu pirsî, "Birêz Wezîr, we ji bo jinên ku jiyana wan di her kêliyê de ji ber nebûna tenduristî û ewlehiya kar di xetereyê de ye çi kiriye?" Halide Turkoglu diyar kir ku jinên ku neçar in bi awayekî nefermî bixebitin careke din di budçeyê de têne paşguh kirin û got ku rêziknameyên ji bo garantîkirina mafên karkerên malê û mekanîzmayên îtîrazê li dijî binpêkirinên mafan nehatine danîn.   'Tenê yek ji deh jinên karker sendîkayî ye'   Halide Turkoglu destnîşan kir ku rêjeya sendîkayîbûnê di vê sektorê de daketiye %7.41 û tenê %5.91'ê jinan sendîkayî ne. Halide Turkoglu her wiha destnîşan kir ku her çend hejmara karkeran di sektora ragihandinê de zêde bûye jî, rêjeya sendîkayîbûnê ya jinan li %5.54 maye. Halide Turkoglu wiha domand: "Birêz Wezîr, tenê yek ji deh jinên karker sendîkayî ye. Em bi tevahî budceya we qebûl nakin, ku vê pergala kar a ku keda jinan îstismar dike lê ji hêza wan a rêxistinkirî ditirse, xwedî dike."   Halide Turkoglu diyar kir ku karkerên Digel Tekstil, bi pêşengiya jinan, 656 roj in di grevê de ne û bi bîr xist ku karker daxwaza tesîsên lênêrîna zarokan, mafên sendîkayî, vegera ser karên xwe û mûçeyên baş dikin.   'Çi polîtîkayên kar hatiye pêşxistin?'    Halîde Turkoglu, destnîşan kir ku kêmbûna salane ya hejmara karmendên sîgortekirî li Meletî ji sedî 17.2, li Semsûrê ji sedî 5.5 û li Hatayê ji sedî 11.4 e, û bal kişand ser windakirina kar li herêma erdhejê û wiha bi lêv kir: "Karkerên titûnê yên jin ku wê li Semsûrê nas kiriye, di nav lêçûnên sotemenî, peyn, av û elektrîkê yên zêde de ji bo debara xwe têdikoşin. Jin ji ber ku çavkaniyên din ên dahatê nînin, hilberîna titûnê didomînin. Di budceya we de gihîştina ewlehiya civakî, mafên teqawidbûnê û karê ewle ji bo jinên ku di çandiniyê de dixebitin li ku derê ye? We ji bo jinên ku ji ber erdhejê debara xwe ji dest dane çi polîtîkayên kar pêşxistine?"   Mafê koçberan   Halîde Turkoglu, anî ziman ku jinên koçber ji ber tehdîda sirgûnê nikarin dengê xwe li dijî binpêkirinên mafan bilind bikin û destnîşan kir ku jin rastî şert û mercên kêm mûçe, saetên dirêj ên xebatê, şîdet û îstismareke giran tên. Halîde Turkoglu, anî ziman ku erka wezaretê ye ku jinên koçber bigihêjin mafê kar, nehêle ku bê qeyd bixebitin û çavdêriyên pêwîst bên kirin û got: "Divê di vê butçeyê de mafên ked û jiyana wan jî hebe. Ev deynê we yê Nadîre Kadîrova ye."   Di qanûna kedê de karên navmalî    Halîde Turkoglu, ku xwest ku karên navmalî di Qanûna Kedê de cih bigirin, diyar kir ku divê lêçûnên sîgorta û sîgortaya tenduristiyê ya karkerên navmalî ji budceya giştî werin dayîn, divê keda navmalî ya bêpere were naskirin û bi ewlehiya civakî ve were girêdan û divê astengiyên li pêşiya sendîkayê werin rakirin.    Bernameyên ÎŞKUR'ê   Halîde Turkoglu, bi daxwaza şopandina bernameyên ÎŞKUR û karên bêqeydkirî, xwest ku dawî li karên demkî yên bernameya demkî û karmendgirtina bi meaş û peymanî di sektora giştî de were anîn ku li şûna karên daîmî û bêdawî têne bicîh kirin. Wê diyar kir ku divê betlaneya dêûbavtiyê ya neveguhêzbar ji bo hem jin û hem jî mêran bêyî ku bibe sedema windakirina mafan were destnîşankirin û daxwaz kir ku şert û mercên taybetî yên jinan di polîtîkayên tenduristî û ewlehiya kar de werin berçavgirtin û bêcezatiya di dozên mirinê yên li cihê kar de were bidawî kirin.   Halîde Turkoglu wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber ku ev tiştên ku min rêz kirine di butçeya Wezareta we de cih nagirin, em li ser navê jin, karker û kedkaran vê butçeyê red dikin."