Nobed di hefteya 5'emîn de ye: Em ê pergala heyî biguherin 2026-11-03 14:18:00   AMED - Di hefteya 5'emîn a “Nobeda ji bo Jin, Edalet û Bîrê” de, çîrokên 10 jinên ku hatine qetilkirin an jî di şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest dane, hatin xwendin. Beşdaran wiha gotin: “Em ne tenê ji bo hejmartina mirina jinan li vir in; em li vir in da ku wê pergalê biguherînin ku dibe sedema van mirinan û ji bo parastina jiyana jinan, dengê wan û rastiyên wan.”   Nobeda ji bo Jin, Edalet û Bîrê” ku ji aliyê Tora Amedê ya li Dijî Tundiyê ve ji bo protestokirina kuştina jinan hatiye destpêkirin  di hefteya xwe ya 5'emîn de li pêşiya Edliyeya Amedê berdewam kir. Di dema nobedê de, beşdaran pankartek bi nivîsa “Jin ji bo edaletû bîrê nobedê digirin” û her wiha wêneyên jinên ku hatine qetilkirin hildabûn. Di çalakiyê de ku nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî beşdar bûn, gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Kuştina jinan siyasî ye”, “Bijî têkoşîna jinan” û “Neparêzin û bêguneh dernexin  darizînin!” hatin berzkirin. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Zilan Esen a parêzera Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê ye, hate xwendin.   ‘Ji bo rastî di tariyê de nemînin em li vir in’   Zîlan Esen diyar kir ku ew qebûl nakin ku bûyerên mirina jinan ku pir caran di tariyê de tên hiştin û wekî ‘xwekujî’, ‘qeza’ an jî ‘mirinên bi guman’ tên binavkirinbên. Zîlan Esen wiha got: “Em li vir in ku ji her kesî re bibîr bînin jin ne tenê hejmar, daneyên di dosyayên dozan de, sernivîsên rojnameyan an jî statîstîk in.  Ev kuştin ne bûyerên ji rêzê ne; ew encama pergala baviksalarî, çanda bêcezahiştinê û nîzama serdestiya mêr in ku xwe xwediyê jiyana jinan dibîne. Di çalakiyên xwe yên nobetê de, dema ku em çîrokên van jinan parve dikin, em pabend in ku rûmeta wan û mafên xizmên wan ên ku mane biparêzin; em ê agahiyên piştrastnekirî belav nekin û jiyana tu jinekê jî nekin mijareke pêşangeha giştî. Edaleta ku em daxwaz dikin, ne tenê bi biryareke ku piştî mirinê tê dayîn sînorkirî ye. ‘Mirina bi guman’ ne ravekirina awayê mirina jinekê ye; berevajî vê, ew amaje bi rewşa nediyariyê dike ku rayedarên lêpirsînê berpirsiyar i zelal bikin. Em li vir in ji bo ku piştrast bikin rastî di tariyê de nemîne û kes nayê jibîrkirin.”   Piştî daxuyaniyê, çîrokên jinên ku hatine qetilkirin bi dengekî bilind hatin xwendin û çalakî bi dawî bû.