TJA’yê li Îzmîrê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê da 2026-11-06 21:08:06   ÎZMÎR - TJA’yê bi dirûşmeya “Bi hêza xwe û îradeya azad niha dema jinan e” li Îzmîrê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî starta çalakî û bernameyên xwe da.   Tevgera Jinên Azad (TJA), bi beşdariya siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak û jinan, li sûka Karşiyakayê ya Îzmîrê ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî meşek li dar xist. Piştî meşê li ber ÎZBANa Karşiyakayê daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi hêza xwe û îradeya azad niha dema jinan e” hate vekirin û dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî berxwedana jinan” hatin berz kirin. Daxuyaniya bi Tirkî ji aliyê Nîlay Guleser ve, daxuyaniya bi Kurdî jî ji aliyê Emîne Bozdag ve hate xwendin.   ‘Em hişmendiya darazê ya mêran qebûl nakin’   Nîlay Guleser diyar kir ku ew ê li hemberî polîtîkayên tundî û qirkirinê yên sîstema serdest a mêran, bi hêrs û berxwedana xwe li qadan bin û got: “Em her wiha dixwazin  malbat jî demokratîk bibin û nebin çavkaniya tundiyê, bibe çavkaniya aştî û jiyana wekhev. Tiştên ku îro li Îzmîrê diqewimin jî nîşaneya berbiçav ya vê pergala tundiyê ya serdest a mêran e. Ebrû Serep a ku li Seferihisarê ji aliyê  evîndarê xwe yê berê ve mala wê hate şewitandin, Pinar Guneş a ku li Çeşmeyê di êrîşa çekdarî de hate kuştin, parêzer Ozge Penbegûl a ku li Menemenê ji aliyê nişaniyê xwe yê polîs ve hate kuştin. Di nava çend hefteyan de dawî li jiyana sê jinan anîn. Em Mîhrîban Yilmaz a ku li Bornovayê piştî windabûnê hate hat fêm kirin ku hatiye kuştin û Denîz Poyraz a ku di êrîşa çekdarî ya li dijî avahiya HDPê ya Îzmîrê de hate kuştin, ji bîr nakin. Aqûbeta Gulistan Dokû ya ku nehatiye ronîkirin, mirina bi guman a Rojîn Kabaîş, bêcezhiştina ku bû sedema mirina Îpek Er; em komkujiya jinan, mirinên bi guman û qirkirina jinan a ku bi navê xwekujiyê tê nixumandin, qebûl nakin . Em hişmendiya darazê ya mêran, kujeran bêceza dihêle û rê li ber lêgerîna edaletê digire, qebûl nakin. Em kuştina jinan ne weke bûyerên yekcarî, weke encama qirkirina jinan a sîstematîk dibînin.”   ‘Li Kurdistanê di kesayeta jinan de nirxên civakî yên gel tên armanckirin’   Nilay Guleser da zanîn ku bi polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê tên meşandin, zarok û jinên ciwan dixwazin ji nirxên wan ên civakî bên dûrxistin û got: “Bi polîtîkayên rizandinê yên ku bi rêya hişbir, fuhûş, medyaya dîjîtal û çanda serfkarî belav dibin, têkiliya jin-zarok û nirxên civakî tên armanckirin. Bi qirkirina jinan re qirkirina civakê jî tê kûrkirin. Talankirina xwezayê bi polîtîkayên sermaye û dewlet-neteweyê re, her wiha dûrxistina jinan ji qadên jiyana xwezayî û hilberînê jî beşek ji vê siyasetê ya qirkirinê ye. Astengkirina zimanê dayikê bi polîtîkayên qedexekar, rêgirtina li ber jinan e ku bi zimanê xwe siyasetê bikin, parastina xwe pêk bînin û çanda xwe bijîn, di kesayeta jinan de armanckirina hebûna civakî ya gel e. Em ê parastina ziman, çand, xwezayê û qadên xwe yên jiyanê bidomînin.”   ‘Divê em têkoşîna xwe ya rêxistinî mezin bikin’   Piştî daxuyaniya çapemeniyê siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak axivî û got: “Çawa ku piştî berxwedana Jîna Amînî ya li Rojhilat li çar aliyên cîhanê deng veda, îro em jî ji vê qadê bang dikin: Jin, Jiyan, Azadî! Tundiya mêran çawa ku li çar aliyên cîhanê hebe, berxwedana jinan jî li çar aliyên cîhanê heye. Jinên Kurd jî, tevgera jinan a li Tirkiyeyê hemûyan heta niha ji bo rawestandina tundiya li ser jinan têkoşîneke xurt meşand, ji vir şûn de jî em soz didin ku em ê têkoşîneke hê xurtir bidin meşandin. Em ê tundiya mêr bidin rawestandin. Ji ber vê yekê ez dixwazim ji vir, ji Îzmîrê, bang li hemû jinan bikim; çawa ku ev zîhniyeta serdest a mêran ji bo kuştina me tu cudahiyê nake, divê em jin jî di nava piştevaniyê de bin. Divê em jin jî bêyî ku cudahiyê bikin, mil bi mil, bi hev re têbikoşin û tundiya mêr, tundiya dewletê û bêdadî ku tundiya mêr diparêze, bidin rawestandin. Ji ber vê yekê em jin, têkoşîna azadiyê ya jinan, têkoşîna aştiyê,  têkoşîna azadiyê ya gelan, têkoşîna wekheviyê û têkoşîna zimanê dayikê yek dibînin. Li ku derê newekhevî hebe, li ku derê neheqî hebe, divê em jin li hemberî wê mil bi mil rabin û têkoşîna xwe ya rêxistinî mezin bikin. Şer tundiyê rewa dike. Ji ber vê yekê divê hemû jinên li Tirkiyeyê aştiyê biparêzin. Divê em bi hev re azadî hem ji bo jinan, hem ji bo gelên me û hem jî ji bo zimanên me bi dest bixin.”   Piştî daxuyaniya çapemeniyê jinan govend gerandin. Piştî govendê çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.