Li Girkê Legê xwendekar ji bo perwerdeya bi Kurdî meşiyan 2026-11-08 12:50:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Girkê Legê xwendekar ji bo xwedîderketina li perwerdeya bi zimanê xwe yê dayikê meşiyan û xwestin, ev mafê wan bi destûra bingehîn bê misogerkirin.   Xwendekarên ji bajarên Girkê Legê û Rimêlanê yên herêma Cizîrê li bajarê Girkê Legê xwepêşandek lidar xistin.   Xwendekar li kolana sereke ya Girkê Legê meşiyan û dirûşmeyên li dijî sînordarkirina perwerdeya bi zimanê Kurdî, qîr kirin û daxwaza pejirandina zimanê Kurdî wekî zimanê perwerdeyê di hemû astên perwerdeyê de kirin.   Xwendekaran her wiha xwestin ku daxwazên wan werin bicîhanîn û mafê fêrbûn û parastina zimanê Kurdî were pêkanîn.