Hevşaredar Bîrsen Orhan: Werin em bi hev re têbikoşin

  • 21:36 22 Mijdar 2024
  • Rojane
DÊRSIM - Hevşaredara Dêrsîmê Bîrsen Orhan ku qeyûm tayînê şûna wê hat kirin got: “Wan çawa di 1938’an de Dêrsîm dagir kirin îro jî şaredariya me dagir kirin. Temaşe nekin werin em bi hev re têbikoşin.”
 
Ji bo şaredariya DEM Partî ya Dêrsîmê û Pulurê qeyûm hat tayînkkirin. Welatiyan li ber şaredariyan dest bi nobetê kirin. 
Hevşaredara Dêrsîmê Bîrsen Orhan bang li girseyê kir û got: “Wan çawa di 1938’an de Dêrsîm dagir kirin îro jî şaredariya me dagir kirin. Temaşe nekin werin em bi hev re têbikoşin.”