ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2024'AN

  • 09:00 23 Mijdar 2024
  • Rojev
* Jinan ji bo meşa ku wê di 25’ê Mijdarê de li Wanê pêk bê bang kir û gotin: “Werin em bi hev re dengê xwe bilind bikin. Em bi hev re bêjin ‘jin jiyan azadî’ û bi hev re polîtîkayan hilweşînin.” BI DÎMEN 
 
* Dayika, Rojîn Kabaîş a xwendekara zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê bû û bi guman jiyana xwe ji dest da, Aygul Kabaîş wiha got: “Heta em hebin wê nikaribin ser bûyerê bigirin. Em vê qebûl nakin. Berpirs kî bin wê derkevin holê. Xuyaye di bûyerê de berpirsyariya yurdê jî heye. Ji ber wê ser bûyerê digirin.” BI DÎMEN 
 
* Endama SKM’ê Dîlara Su Kalpak qirkirina jinan wek "Qirkirina zayendê" nirxand û got jin li dijî rizandina civakî bi hêrs in û wiha axivî: “Li dijî qikirin azayendê divê parastina cewherî pêk bê û jin divê li qadên têkoşîna rêxistinkirî bên gel hev.” BI DÎMEN 
 
*  Ji Belucîstanê, Dur Bîbî berxwedana jinê vegot û got hovîtiya netew dewletê ya sînor nas nake her diçe giran dibe û got: “Ev êş û têkoşîn me di bin heman dirûşmeyê de tîne gel hev. Jin Jiyan Azadî banga azadiyê ye. Em ê îlhamê bigirin û îlhamê bidin kesên din.”
 
*Endama Meclîsa Jinan a HDK’ê Gulşen Dagdogen got ji bo fikriyata HDK’ê û rêxitsibûna meclîsa jinê mezin bikin wê dema nû li qadan bin û got: “Hedefa me ev e ku em bi hemû jinan li qadê têkoşînê mezin bikin tecrîdê bişkînin û aştiyê ava bikin. Fikriyata me li alî jiyan û jiyankirinê ye. Em bang li hemû jinan dikin ku di bin sîwaneya meclîsa jinan HDK’ê de xwe rêxistin bikin.” BI DÎMEN