Ji bo meşa 25’ê Mijdarê bang

  • 09:03 23 Mijdar 2024
  • Rojane
 
WAN - Jinan ji bo meşa ku wê di 25’ê Mijdarê de li Wanê pêk bê bang kir û gotin: “Werin em bi hev re dengê xwe bilind bikin. Em bi hev re bêjin ‘jin jiyan azadî’ û bi hev re polîtîkayan hilweşînin.”
 
Li Wanê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî de bername û çalakiyên cur bi cur pêk tên. Li taxan civîn pêk tên û bi jinan re piştevanî tê nîşandan. Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) roja 25’ê mijarê saet di 13.00’an de ji ber Navenda Aydin Perîhan (AVM) wê meş pêk tê.
 
Jinên TJA’yê der barê meşa ku wê 25’ê Mijarê de pêk bê bang kirin.
 
‘Çi ji destê me bê em ê bikin’
 
Yildiz Çetîn ya TJA’yî balkişand ser qetilkirinên jinan û Narîn Guran û Rojîn Kabaîş bibîr xist: “Em bi gumanbaran re dijîn. Gumanbar di nav me de digerin. Lê tu tiştek nayê kirin. Zîhniyeta serdest qadê jinan roj bi roj teng dike. Em jin bi salan e li dijî vê zîhniyetê têdikoşin. Ji bo qetilkirinên jinan bidawî be çi ji destê me bê em ê bikin. Armanca me ev e ku qetilkirinên jinan bi dawî be. Yên vê têkoşînê dimeşînin bedelên giran dan. Polîtîkayên tên meşandin nikarin bi me şûnde gavê bidin avêtin. Em ê 25’ê Mijdarê de bên gel hev û bêjin ‘jin jiyan azadî’. Em ê bi hev re tevbigerin û polîtîkayan bi hev re hilweşînin.”
 
‘Sedeme zêdebûna qetilkirinan hikûmete’
 
Edîbe Babur jî destnîşan kir ku divê li wî welatî êdî qetilkirina jin û zarokan neyên jiyîn û wiha got: “Em bang li hikûmetê dikin. Sedema hemû tiştên tên jiyîn hikûmete. Yanî mêr dikuje, destdirêjiyê dike lê mixabin ceza nagire. Tundî tên kirin. Em vê hikûmeta ku hiqûqê nas nake, şermerzar dikin. Em bang li hikûmetê dikin ku peywira xwe bînin cih. Em ê 25’ê Mijdarê de li dijî vê saet di 13.00’an de li qadê bin.”
 
Em 25’ê Mijdarê de li kolanan bin
 
Sosin Oktay jî wiha anî ziman: “Em naxwazin bên qetilkirin, tundiyê bibînin. Em jin divê dengê xwe bilind  bikin. Bi vê sedemê 25’ê Mijdarê de meşa me heye. Em hemû jinan dipên.”
 
Halîme Albay jî bang ji bo meşê kir û wiha domand: "Em jin hemû li kolanan bin. Em li dijî tundiyê dengê xwe bilind bikin.
 
Dîlan Çelîk jî banga beşa ku wê 25’ê Mijdarê de ji ber Perîhan Aydin AVM dest pê dike kir û got divê hemû jin wê rojê li qadê bin û dengê xwe bi hev re bilind bikin.