Li Minbicê ji bo zarokan şahî
- 16:22 23 Mijdar 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Jinan a Kantona Minbicê bi dirûşma "Mafê her zarokek heye" şahiyek li dar xist.
Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê şahiyek li dar xist. Şahî li Hola Çand û Hunerê ya bajêr pêk hat.
Cîgira hevserokên Meclisa Gelan a Demokratîk a Kantona Minbicê Hind Dagistanî di şahiyê de axivî û got: “Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tevî şert û mercên dijwar ên ku herêm tê re derbas dibe, hewl dide ji zarokan re hawîrdoreke ewle, aştiyane û biîlham ava bike."
Endama rêveber a Nivîsgeha Parastina Zarokan Nûr Qibirtay jî got: "Zarok pêşeroj û hêviya me ne. Ji cîhanê re mizgînî ne."
Dûre komên Komeleya Çerkes û Zarokan a Desteya Kar û Barên Civakî, Nivîsgeha Parastina Zarokan, Baxçeya Şems El Emel, stran û dîlan pêşandan.
Di dawiya şahiyê de, kom û zarokên beşdar ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê û Desteya Jinan ve hatin xelatkirin.