Hêzên ked û demokrasiyê: Em qeyûm red dikin
- 18:30 23 Mijdar 2024
- Rojane
ENQERE - Hêzên Ked û Demokrasiyê li dijî qeyûman hatin gel hev û gotin: “Helwesta me zelale, em rejîma qeyûm red dikin.”
Di 4’ê mijdarê de ji bo şraedariya Êlihê, Mêrdîn û Xeleftî yên DEM Partiyê qeyûm hat dayînkirin. Duh jî qeyûm tayînê şardariyên Dersîm û
Pulurê hat kirin. Hêzên KED û Demokrasiyê ya Enqereyê li kolana Sakaryayê haitn gel hev û daxuyanî dan.
Girseyê bê navber dirûşmeyên ‘wê qeyûm biçin em ê biserkevin’, ‘jin jiyan azadî’ berz kirin.
Li dijî îradeya gel banga rêzgirtinê
Li ser navê Hêzên Ked û Demokrasiyê daxuyanî hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku qeyûm li dijî rêgezên hiqûqî yên gerdunîne û wiha hat gotin: “ Îradeya gel a di sindoqan de hatiye xestpkirin û redkirin. Em carek din dibêjin ku divê li dijî îradeya gel rêzdarî bê nîşandan. Cezayê li hevşaredaran hatiye birîn di hiqûq û demorkasiyê de tuneye.Em bang li hemû kesî dikin ku li dijî bêdadiyê têkoşîn bê meşandin.”
Girseyê piştî daxuyaniyên çalakiya runiştinê dan destpêkirin û stran gotin.
Stenbol
Hêzên Ked û Demokrasî ya Stenbolê jî li dijî qeyûmên tayînê şaredariya Dêrsîm û Pulurê bûne li Qada Şîşhaneyê daxuyanî da. Li ser navê girseyê nûnerê Herêma Marmara ya Kondederasyona Sendîkayên Karkeran a Şoreşger (DÎSK) Asalettîn Arslanoglu daxuyanî xwend.
Asalettîn Arslanoglu daxuyakirin ku AKP di polîtîkayên qeyûm de israr dike û mafê hilbijartin û îradeya gel binpê kiriye. Asalettîn Arslanoglu got gel polîtîkayên qeyûm çalê sergo dike û wiha vegot: “Rejîma qeyûm darbeya li îradeya gel e. Qeyûm tê tunekirina hiqûq û demorkasiyê. Qeyûm ji rantxwiran re xizmetê dike.Em banga têkoşîna hevpar li hemû kesî dikin. Wê qeyûm biçin em bimînin”
Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş jî axivî û gto ewhemû Dêrsîmin û gel hemû ligel hev in.
Piştî axaftinan daxuyanî bi peyama ‘em ê li dijî qeyûman berxew bidin. Yên dibêjin demokrasî ligel hevin’ bidawî bû.