DEM Partî: Divê berteka demokratîk bê nîşandan
- 20:53 29 Mijdar 2024
- Rojane
WAN - Rêxistina DEM Partî ya Wanê li dijî qeyûman daxuyaniyek da û bang ligel kir ku berteka demokratîk nîşan bide.
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî)ya Wanê, der barê qeyûmê tayînê şaredariya Mîksê hatiye kirin de li ser platforma X daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku gelê me darbeya qeyûm a li dijî şaredariya #Bahçesaray qebûl nake û wiha got: “Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li dijî vê dijhiqûqiyê berteka demorkatîk nîşan bidin. Divê tu kes bêdeng nemîne û xwedî li îradeya gel derkeve.”