Îqtîdar hişmendiya 'rojnameger dikarin bi hêsanî bên kuştin' çêdike
- 09:03 31 Kanûn 2024
- Rojane
Arjîn Yuksekbag
ENQERE - Nuray Çevirmen, diyar kir ku di şexsê Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn ên di 19'ê Kanûnê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi SÎHA'yên Tirkiyeyê hatin qetilkirin, hişmendiya ku rojnameger bi hêsanî dikarin bên qetilkirin dide çêkirin û bal kişand ser daneyên Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî yên sala 2024'an.
Rojnameger Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn ên êrîşên li ser Qerekozax û Bendava Tişrînê dişopandin, di êrîşên koma paramîlîter a bi navê SMO ya bi pêşengiya Tirkiyeyê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef hatin girtin û di encama êrîşa Balafirên Bêmirov ên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dan. Ev êrîş tevî ku li ser wesayita rojnamegeran 'PRESS' hebû pêk hat. Piştî êrîşê bertekên civaka navneteweyî dewam dikin.
Li gelek bajaran qetilkirina Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn hat protestokirin, di çarçoveya çalakiyên 21'ê Kanûnê de li Stenbolê 7 jê rojnameger 9 kes hatin girtin. Li dijî êrîşên li dijî rojnamegeran bertekên gelek sazî û rêxistinan didomin. Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Nuray Çevîrmen ku li ser mijarê nirxandinan kir got, "Divê em têkoşîna li dijî binpêkirina mafên mirovan ku li Tirkiyeyê tê kirin tenê ji rojnamgeran re nehêlin."
'Sedema van komkujiyan polîtîkayên şer ên hikûmetê ne'
Nuray Çevirmen da zanîn ku perspektîfa li hemberî rojnamegerên li Tirkiyeyê nîşaneya polîtîkayên dijminatiyê yên hikûmetê ye û wiha got: “Zext, kuştin, komkujî û zindanîkirina dost û rojnamevanên Kurd bi taybetî yên di kevneşopiya çapemeniya azad de hene. Em dizanin ku rojname hatin bombe kirin, hatin qetilkirin, bûn qurbaniyên cînayetên kiryar nediyar. Tevî ku îro kuştinên kiryar nediyar tunebin jî em dizanin ku rojnamevan bi salane tundî li wan tê kirin, tên binçavkirin û girtin û di van demên dawî de em dibin şahidê kuştina rojnamegeran û bi taybetî jî ev ji ber polîtîkayên şer e."
'Di salekê de 104 rojnameger hatin qetilkirin'
Nuray Çemen, diyar kir ku li welatên ku desthilatdariya wan dîktatore û li herêmên ku şer lê heye, rojnameger tên qetilkirin û got, ev polîtîka li hemû cîhanê tên meşandin. Nuray Çevirmen got, “Di lêkolîna herî dawî de daneyên Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî ragihand ku di sala 2024’an de 104 rojnameger hatine qetilkirin. "55 ji wan rojnamegerên ku li Filistînê di encama êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane û rojnameger bi awayekî bêperwa tên qetilkirin, bi taybetî li cihên ku ev polîtîkayên şer tên meşandin û li hawêra ku şer lê heye rojnameger tên kuştin û ev yek ji aliyê tevahiya cîhanê ve wekî bûyereke jî zê tê dîtin."
'Berpirsiyar bêdeng in'
Nuray Çevirmen bal kişand ku her çendî eşkere ye ku ev pêkanîn sûc in, lê li gelek welatên cîhanê ev yek nayê dîtin û got, “Eger li hemberî welatên ku van cînayetan pêk tînin, ji aliyê welatên ku îdia dikin demokratin jî ceza neyên sepandin. em dikarin bibêjin ku daxuyaniyên ku li ser rêgirtina li tundiya li dijî rojnamegeran tên dayîn jî wê negihêjin armanca xwe."
Daxwaza eşkerekirina berpirsyaran ji aliyê AKP'ê ve hat redkirin
Nuray Çevîrmen bi bîr xist ku hemû rojnameger rastî zext, tundî û qetlîamên bi vî rengî nayên û got, “Rastî em dizanin ku hemû rojnameger rastî vê yekê nayên. Em dizanin ku rojnamegerên di qada rojnamegeriya azad de dixebitin ku armanca wan lêgerîna heqîqetê di pîşeya rojnamegeriyê de, şopandina binpêkirinan an eşkerekirina polîtîkayên şer û komkujiyan e, dibin hedef. Ji ber ku di wateyeke din de, tu tiştek li dijî rojnamegerên ku em wek medyaya hizbî bi nav dikin ku bi wateyekê reklama karên hikûmetan dikin û wan dişofînin nîne. Meyleke mezin li hember rojnamegerên ku van xebatan dikin û rojnamegeriya rast dikin heye. Em dibînin ku li ser kesên ku bi tenê weke xwenîşandan an jî daxwaza edaletê dikin jî zextên edlî û çewisandin hene. Têkildarî her du rojnamegerên herî dawî hatin qetilkirin, tundiya polîsan li dijî kesên ku xwestin berpirsyar bên eşkerekirin û li ser vê yekê nerazîbûn nîşan dan, hatin binçavkirin û girtin. Lê divê hin gav bên avêtin da ku berpirsiyarên rastîn werin dîtin. Herî dawî parlementerên DEM Partiyê pêşnûmeya lêkolînê pêşkêş kirin, lê ev yek bi piranî ji aliyê AKP’ê ve bi yekdengî hate redkirin. Rewşeke ku naxwaze lêkolîn jî bê kirin heye. Rojnameger ji ber ku li rastiyê digerin dibin hedef."
'Binpêkirinên giran hene'
Nuray Çevirmen bal kişand ser gotina Ahmet Hakan ku got "Gotina li herêmê dema wezîfeya xwe dikirin hatin qetilkirin dereweke mezin e" û diyar kir ku ji bo rojnamegerekî gotinên wî yên bi vî rengî ew xemgîn kiriye û wiha dewam kir: "Kesê ku îdîa dike rojnameger be, li ser rojnamegeran îfadeyan dide û dibêje ku ew ne rojnameger in. Ev cihê xemgîniyê ye. Ji ber ku bi milyonan kes van rojnamegeran dişopînin û mixabin di derbarê rojnamegeran de dibe ku agahiyên xelet bên bidestxistin. Ji ber vê yekê binpêkirinek heye ku Tirkiye çapemeniya azad û rojnamegerên Kurd qebûl neke û wan weke rêxistineke terorîst bihesibîne, wan darizîne û di girtîgehê de bihêle û em jî weke komele vana gelek caran dişopînin.”
Yên ku rojnamegeriya rast dikin hedef tên girtin
Nuray Çevirme destnîşan kir ku ger Tirkiye ne berpirsyar be divê ji bo aşkerakirina kiryaran gavan bavêje û got, “Kuştina rojnamegeran a bi van balafirên bêmirov nîşan dide ku rojnameger rasterast hedef tên girtin. Di du salên dawî de li başûrê Kurdistanê û herêma rojavayê Kurdistanê 7 rojnameger di encama êrîşên balafirên bêmirov de hatin kuştin. Ev jî ji ber ku tê xestin rastî neyên dîtin tê kirin. Divê derbarê kuştina rojnamgeran de kiryar bên eşkerekirin û pêvajoyeke hiqûqî bê meşandin. Lê mixabin berovajî vê ji bo binçavkirina kesên ku daxwaza pêkanîna van pêvajoyan dikin, an jî pirsan ji parlementoyê dikin, amûrên zorê bikar tînin. Bi rastî jî rojnameger têkoşîneke mezin didin, ked û canê xwe didin. Ew bi têgihiştineke rojnamegeriyê tevdigerin ku hem li ser bingeha mafan e û hem jî jiyana wan eşkere dike da ku rastiyan bigihînin raya giştî,"
'Divê hemû mekanîzma li hemberî berpirsyaran bên bikaranîn'
Nûray Çevîrmen got, "Eger îro ewqas rojnameger tên qetilkirin, pêwîste hemû saziyên cîhanê li dijî van komkujiyan bikevin nava liv û tevgerê." Nuray Çevirmen wiha dawî li axaftina xwe anî, “Pêwîste bê dîtin ku hem li Rojhilata Navîn hem jî li deverên din hedefgirtina rojnamegeran polîtîkaya sazî û rêxistinên dewletê ye. Divê neyê jibîrkirin ku polîtîkayên şer ji aliyê dewletên xwedî aboriyên ku ji şer têr bûne, têne meşandin. Wekî din her kes bi rastî berpirsyarê van komkujiyan e. Divê rêxistinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê têkoşîna li dijî pêkanînên ku vî mafê jiyanê ji holê radikin, tenê ji rojnamevanan re nehêlin. Mafê me hemûyan e ku em agahiyên rast werbigirin, mafê hemû rojnamegeran heye ku nûçeyan çêbikin û ji bo parastina vî mafî bi taybetî jî mafê jiyanê divê hemû gavên pêwîst bên avêtin."