Bersûcê dikira jinek qetil bikira hat tehliyekirin 2024-09-16 12:44:16       AMED – Ahmet Bitkin ê ku xwest bi çekê Dilek Bitgin qetil bike ji sûcê "birîndarkirina bi qestî" ceza girt û hat tehliyekirin. Dozger xwestibû Ahmet ji sûcê "teşebbusa kuştina bi qestî" bê cezakirin.    Di sala 2021'ê de li Bismila Amedê Ahmet Bitgin bi çekê êrişî Dilek Bitgin a pê re zewicî kiribû. Ji sûcên "hilbigirtina çeka bê ruhsat" , "teşebbusa kuştina bi qestî" li Ahmet doz hatibû vekirin. 10'emîn rûniştina dozê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Dilek, malbata wê û parêzer Şîrvan Yakut tevli rûniştinê bûn.    Daxwaza ceza   Di rûniştinê de di destpêkê de dozger mutalaya xwe pêşkêş kir. Dozger ji sûcê "teşebbusa kuştina bi qestî" û "hilbigirtina çeka bê ruhsat" xwest Ahmet bê cezakirin. Her wiha dozger xwest Pakize Bitgin jî bi çarçoveya heman dosyayê ji sûcê "jiholêrakirina delîlan" bê cezakirin.    Wê li hember raporê derkevin   Piştre Dilek Bitgin li ser pirsa serokê dadgehê, mafê axaftinê girt û got Ahmet ji piştre gule bera wê daye. Piştre parêzer Şîrvan Yakut da zanîn ew mutalaya dozger îştirak dike. Şîrvan da zanîn ew ê li dijî rapora derbarê bûyerê ya ku kêmasî tê de heye îtiraz bikin. Şîrvan xwest ji bo pêşkêşkirina raporê dosya dîsa ji Lijneya Bilind a ATK'ê re bê şandin.    Tundiya sîstematîk    Şîrvan bi lêv kir ku Ahmet gule ji piştre bera Dilekê daye û Dilek bi tundiya sîstematîk rû bi rû maye. Şîrvanê xwest îfadeyên nakok ên bersûc bên lêkolînkirin.    Hem got bêsûc e hem jî ceza xwest    Bersûc Ahmet Bitgin di parastina xwe de sûcê xwe red kir. Parêzerê bersûc da zanîn mutala li gor esasgirtina beyana jinan hatiye amadekirin û îddia kir ku Dilekê îfadeyên nakok daye. Parêzer daxwaz kir muwekîlê wê negirtî bê darizandin û got muwekîlê wê bûsûc e. Her wiha xwest muwekîlê wê ji ber sûcê "birîndarkirina bi qestî" bê cezakirin.    Tehliye !   Piştre heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir. Dadgehê ne ji ber sûcê "teşebbusa kuştina bi qestî" ji ber sûcê "birîndarkirina bi qestî" ceza da. Her wiha cezayê girtîgehê yê ji ber sûcê "hilbigirtina çeka bê ruhsat" jî veguhert cezayê pere û biryara tehliyeya Ahmet da. Ji ber sûcê "Jiholêrakirina delîlan" jî 5 meh ceza ji bo Pakize Bitgin hat birîn.