Malpera rojnameya Xwebûnê hate astengkirin 2024-09-18 13:07:30     AMED - Malpera înternetê ya rojnameya Xwebûnê hate astengkirin.    Malpera înternetê ya rojnameya heftane Xwebûnê ku weşana xwe bi kurdî dike, hate astengkirin. Li gorî biryara li ser malpera Saziya Agahiyên Teknolojiyê û Ragihandinê (BÎK); malpera "www.xwebun.org” bi biryara 5’emîn Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Edeneyê ve hatiye astengkirin. Parêzerên rojnameyê dê li dijî biryarê îtîrazê bikin.