Parêzerên Narînê bi armanca bertekê ji salonê derketin 2024-11-09 19:18:14   AMED - Runiştina Narîn Guran ya hat qetilkirin bi axaftinên parêzerandidome. Parastina mudafiyên gumanbaran didomin û parêzerên Narînê bi armanca berteka li dijî terza parastinê ji salona runiştinÊ derketin.   Zaroka bi navê Narîn Guran a 8 salî di 21’ê Tebaxê de li gundê Çulî yê navçeya Rezan a Amedê hate qetilkirin. Danişîna ewil a doza qetilkirina Narîn Guran, di roja 3'yemîn de didome. Doz, li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê  didome.  Serokên baroyan, rêxistinên jin û zarokan, gelek siyasetmedar û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl, hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beşta û parlamentera DEM partiyê ya Amedê Ceylan Akça tevli runiştinê bûn.   Runiştina ewil a danişînê bi guherkirina şhaidan û pirs û bersivan berdewam kir. Dadgehê saetek û nîvê navber da runiştinê. Runiştin bi îfadeyên şahid û parêzeran didome.   Parêzerên Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakî  di parastinan de diyar kirin ku divê darizandinek adîlane hebe û gotin îdianameya hatiye amadekirin qelse û şahidên divê bên guhdarkirin hene.   Gumanbar Salîm Guran parastina xwe kir û îdia kir ku ev hemû senaryone û berata xwe daxwaz kir. Parêzeran Yuksel Guran jî îdia kirin ku malbat bi îftereyê bi topyekun hedef hatiye girtin û gotinên parÊzerên muştekî ne rastin.    Parêzerên Narînê bertek nîşanê terza parastinê kir û bi armanca bertekê ji salonê derketin.