Danişîna aktîvîstên TJA'yê hat taloqkirin 2024-11-12 10:30:15   STENBOL - Danişîna doza ku 11 aktîvîstên TJA'yê bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" jê tên darizandin taloqî 13'ê Sibata 2025'an hat kirin.   Yekemîn rûniştina doza ku 11 aktîvîstên Tevgera Jinen Azad (TJA) bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" jê tên darizandin li 25'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Di danişînê de aktîvîstên tên darizandin û parêzerên wan amade bûn. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan(DEM Partî) Ozgul Sakî, endamên Komeleya  Dema Jinan û gelek jin beşdarî rûniştinê bûn û piştgirî dan aktîvîstên tên darizandin.    Danişîn hat taloqkirin   Danişînê bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Ji ber ku dadgerê dozê di betlaneyê de bû aktîvîstan parastina xwe nekir. Parêzer Meleknur Ramazanoglû daxwaza rakirina tedbîra kontrola edlî kir.   Heyeta dadgehê biryara berdewamkirina tedbîra kontrola edlî da û danişîn taloqî 13'ê Sibata 2025'an kir.