Duyemîn rûniştina Narîn Guran sibehê ye 2024-12-25 09:04:27   AMED - Duyemîn rûniştina Narîn Guran a 8 salî li Amedê hat qetilkirin sibehê tê dîtin.   Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê Tebaxê de li gundê Çulî ya navçeya Rezan a Amedê winda bû û cenazeyê wê di 8’ê Îlonê de hat dîtin. Der barê qetilkirina Narîn Guran de bertekên raya giştî roj bi roj mezin bûn. Ji her alî civakê xwedî li doza Narîn Guran derketin û ev jî pêşketina dosyayê bixwe re tîne. Her çiqas di lêpirsînê de kêmasî û qelsî hebin jî berteka civakê doza Narîn Guran roj bi roj mezin kir û anî heta îro. Her wiha di rojên borî de dozger di mutalaya xwe ya pêşkêş kir de der barê 4 gumanbaran de ji sûcê ‘ji îştiraqê qestî kes kuştin’ cezayê muebeta giran xwest.   Yekemîn rûniştina Narîn Guran di 7’ê Mijdarê de hat dîtin û sê rojan berdewam kir. Seranserê rûniştinê îfadeyên bi nakok ên gumanbaran bal kişand.   Di encama îfade û parastina ku hatin dayîn de heyeta dadgehê daxwaza beşdarbûnê ya muştekî Arif Guran qebûl kir, navê wî  wek beşdar qebûl kir, daxwaza tevlibûnê ya Baroya Amedê û Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî qebûl kir, tevlîbûna parêzeran red kir. Parêzerê Arif Guran û kesê bi navê Baran Guran wek gilîkar bi nav kir û ji bo ku di pêşerojê de li ser daxwaza Ramazan Atasoy wek şahid bê guhdarîkirin, daxwaza vîdeoyê kirin. Biryar hat dayîn ku daxwaza guhdarkirina şahidiyê qebûl bike, hûrgiliyên naveroka raporê ya ku di dosyayê de hatiye binavkirin, daxwaza dîmenên kameraya nexweşxaneyê ya ji aliyê parêzerên kiryar ve hatiye xwestin û berdewamkirina girtina gumanbaran da.   Doz taloqî 26’ê Kanûnê kirin.