Doza rojnameger Bêrîvan Kutlu hate taloqkirin 2026-04-14 10:34:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Di danişîna doza nûçegihana MA’yê Bêrîvan Kutluyê de dozgeriyê ji bo amadekirina mutalaayê dem xwest. Danişîn hate taloqkirin.    Danişîna 3’yemîn a doza nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bêrîvan Kutluyê ku ji ber tevlibûna bernameyên televîzyonan ên piştî erdheja 6’ê Sibatê ya navenda wê Mereş û parvekirinên li ser hesabê X’ê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” tê darizandin, li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat ldiarxistin. Bêrîvan Kutlu tev li danişînê nebû lê parêzerê wê Resûl Tamur amade bû.    Di danişînê de dozgeriyê ji bo amadekirina mutalaayê dem xwest. Dadgehê jî daxwaz qebûl kir û danişîn taloqî 16’ê Tîrmehê kir.