Pitika 16 sal berê jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbata xwe ve hatiye qetilkirin 2026-10-25 18:55:31   MEREŞ- Li navçeya Onîkîşubat pitika ku 16 sal berê jiyana xwe ji dest dabû, hat hînbûn ku ji aliyê malbata xwe ve hatiye qetilkirin. Li navçeya Onîkîşubat a Mereşê di 9’ê Kanûna 2010’an de pitikek jiyana xwe ji dse tdayî hat dîtin. Dosya pitikê 16 sal şûnde ji nû ve ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya  Mereşê ve hat lêkolînkirin. Li gorî daxuyaniya ji aliyê wezareta karê hundir ve hatiye dayîn, cenazeya pitika li eraziya val ahatibû dîtin, di encama otopsiyê de derketiye holê ku hatiye fetisandin. Di encama xebatan de li gorî agahiyên ji nexweşxaneyên Mereşê hatine girtin bi giştî 8 hezar û 369 kes hatine lêkolîn hatiye kirin. Di çarçoveya lêpirsîna ji nûve hatiye destpêkirin dayika pitikê R.Ş, bav Î.Ş û bapîr D.Ş hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku encamên malbatê îtîraf kirine ku bebek qetil kirine. Ji malbatê R.Ş hat giritn, der barê Î.Ş de biryara kontrola edlî hat dayîn.