Çêkirina nûçeyên ji bo mezinkirina hêviya aştiyê ne baştir e? 2025-10-30 09:03:28   “Bi rêbazên aştiyane û demokratîk çareseriya pirsgirêka Kurd, çareseriyeke xwe dispêre daxwaza civakî; başkirine ku çavkaniyên aborî ji perwerdehî û tenduristiyê re hatiye veqetandin, başkirineke li gorî hewcedariyên civakî, pêşîgirtina qetilkirinên jinan, cînayetên kar ên zarokan, gelo wê zirara vê ji kê re hebe? Li şûna şer, pevçûn, binpêkirinên maf, çêkirin nûçeyên mezinkirina hêviyê wê hîn ne baştir bin?”   Leyla Guven   Wek hûn dizanin ev saleke em di pêvajoyeke aştiyê ya ku gelek alî kedê didin, de ne. Ji bo  pirsgirêka Kurd ku ev sedsaleke welatê me û Rojhilata Navîn xistiye bin bandora xwe, Birêz Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de bi banga ‘Aştî û Civaka Demorkatîk’ perspektîfa çareseriyê pêş xist. Vê bangê bi hemû aliyan re hêviya aştiyê afirandiye û ji her alî piştgirî hatiye.   Di asta heyî de gelên cîhanê ji bo jiyaneke dikarin bijîn bi dengekî bilind xwe îfade dikin û modelên rêveberiya demokratîk hem ji bo xwe hem ji bo gelên din dixwazin. Em ji vê re dibêjin ‘zanebûna gel’. ‘Zanyarbûna gel’ aştiyê ji bo aştiyê, şer ji bo nebaşiyê dibîne. Lê ev heqîqet, ji aliyê kesên ku ji şer xwedî dibin, diguhere û ji bo berjewendiyên xwe alîgiriya şer dikin. Yek ji gelê herî qedîm ê Rojhilata Navîn gelê Kurd, çi fikr û nêrîn bêje bila bêje hema ji aliyê tezgahtarên piyasayê tên terorîzekirin. Di van rojên dîrokî yên li Tirkiyeyê tên jiyîn de, yên xwe wek xwediyê welat dibînin û yên şer dixwazin bêzar dikin hene. Yên ku bi salan bi alavên krîşe siyaset kirin, yên qedr û qiymetê nizanin, yên dîrokê nizanin û ji civakê qut in. Em di alî fêmkirina hinek çapemeniyên ku bi salane neçar mane nûçeyên mirin, hilweşîn, êş û rondikan çêkirine, zehmetiyan dikşînin. Li gorî me ev pêvajo wê kî aştiyê dixwaze kî şer dixwaze zelal bike. Bi nûçeyên çêdikin, zimanê bi kar tînin, dîmenên bi kar tînin her roj hêrsa bi mîlyonan Kurdî gûr dike. Berê jî ji ber vî ziman û nêzîkatiyê bi hezaran ciwanên Kurd berê xwe dan çiyan; gotin ‘em ê çawa bi vana re bijîn’.   Îro em ji dîrokê dersên rast derdixin û ji bo ev banga dîrokî ya jiyaneke wekhev û azad pêşniyar dike, bikeve jiyanê em hewl didin. Lê hinek saziyên çapemeniyê ji bo ku pêvajo xera bibin, dipên û li şûna rola dîrokî bigirin ser xwe rola neyînî dilîzin. Daxwazeke biçûk a gelê Kurd hem a di cih de bi gotinên manîpuleyê yên wek ‘ka bazar tunebû?’ hedef nîşan didin. Em dizanin ku ev alî pêvajoyên pevçûn û çareseriyê yên li welatên din hatine jiyîn dizanin. Nûçe û bernameyên çêdikin dema ku dubare temaşe bikin wê nakokiyên xwe bibînin. Mînaka şênber em bêjin, dema nûçeyên der barê Hamas ku îdia dike ji bo Fîlîstînê têdikoşe û HTŞ ya ku îdia dike ji bo gelê Sûriyeyê têdikoşe, çêdikin, bi zimanê bikar tînin cuda ye dema nûnerên tevgera Kurd bi kar tînin cuda ye. Ev jî feraseta wan a newekhev a li hember Kurdan nîşan dide. Banga aştî û civaka demokratîk bi aliyên ku alerjiya wan a Kurdan heye encamek depresîf afirand. Van her du gelan bi hezaran salan e li vê erdnîgariyê bi hev re li mewziyan cih girtine û can dane. Lê  tevî vê realîteyê, yên ku xwe wek xwediyê vî welatî dibînin, gelê Kurd wek penaber dibînin ku ev nêrîneke tam oryantalîst e.   Em girtiyên polîtîk bi derfetên sînor hinek saziyên çapemeniyê dikarin temaşe bikin û bixwînin. Em vê pirsê ji xwe dikin:Ji bo Ece Uner, Serap Belovakcikli, Îbrahîm Kahvecî, Denîz Zeyrek, Selçuk Tepelî, Gurkan Hacir ji me nefret bike, me çi kir gelo? Hemû rojnameger, çêkerên TV’yan, pêşkêşvan ku bi salan di pêvajoyên herî giran de bêdeng man, piştevanî nîşan nedan, daxwazên gelê Kurd manîpule kir û xebat wek faliyetên terorîst nîşan dan, îro xwe bê alî û serbixwe pênase dikin. Lê îro dakevin kolanên Amedê wê gelê me xwe bi zimanekî zane vebêje.  Rojnamegerên rast ên demokrat bêguman îro piştevanî û dostaniya xwe dimeşînin. Ji bo me ev mirovên ku bedelan didin ber çavan gelek bi nirx in.   Di encamê de em wek girtiyên jin ên polîtîk, bang li saziyên çapemeniyê dikin: Bi rêbazên aştiyane û demokratîk çareseriya pirsgirêka Kurd, çareseriyeke xwe dispêre daxwaza civakî; baş kirine ku çavkaniyên aborî ji perwerdehî û tenduristiyê re hatiye veqetandin, başkirineke li gorî hewcedariyên civakî, pêşîgirtina qetilkirinên jinan, cînayetên kar ên zarokan, gelo wê zirara vê ji kê re hebe? Li şûna şer, pevçûn, binpêkirinên maf, çêkirina nûçeyên mezinkirina hêviyê wê hîn ne baştir bin. Bi taybet em dixwazin dengê me bigihêje rojnamegerên jin. Em hemû dizanin ku bandora şerê ku serdestiya mêr derdixe jin û zarok dikşînin. Ji ber vê jî em dibêjin ku divê em jin ji aştiyê re pêşengiyê bikin.   Girtîgeha Jinan a Sîncanê