Endustriyalîzm, diyalektîka netew-dewlet û kapîtalîzmê 2026-04-17 09:06:32   Modernîteya kapîtalîst, ji ser sê lingan projeyeke şaristaniya totalîter a bilind dibe ye: Rejîma hilberîna endustriyalîzmê ya ku xweza û kedê bi rasyonalîteya endustriyê dîsîplîne dike, vê binpêkirinê rewa dike, alavên îdeolojîk siyasî, netew-dewlet û hemû têkiliyên civakê dike alav. Ev mantiqa global a sermayê ye. Ev her sê ling hev xwedî dikin, hêzê didin hev.   Derya Akyol   Endustriyalîzm, xweza û bedena mirov dike bin kontrolê, netew-dewlet vê pêvajoyê bi gotinên netewperest û tundiya burokratîk rewa dike. Sermaye jî bi mekanîzmayên hilberîna arti-deger hemû qadên jiyanê dike bin kontrola têkiliyên piyasê. Netew-dewlet wek berhema modernîteyê derket holê, modelek siyasî ya bi îdiaya afirandina nasnameya netewî ya homojen xwe heyî dike ye. Vê modelê di nava xwe de rastiyên etnîk, çandî û ekolojîk tune hesibandiye veguheriye mekanîzmaya serdestiyê. Netew-dewlet, jixwe yek netew, yek ziman yek alê xwe ava kiriye, yên derveyê neteweyê asîmîle kiriye, xweza wek çavkanî dîtiye. Li Tirkiyeyê jî heman rewş mijara gotinê ye. Di alî entîk û çandî de newekhevî hatiye kirin, ev newekhevî veguhertine polîtîkayên binpêkirinê. Mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê yê gelê Kurd nehatiye nasîn, bi hinceta ‘Tirkbûnê’ hatiye redkirin. Polîtîkayên asîmîlasyonê di sedsala 20’î de li ser hemû gel û baweriyan pêk hatiye.   Netew-dewlet rêveberiyek navendî ya kapîtalîzma endustriyal hewce pê dibîne ye û modelek rêxistinbûnê ya siyasî ye. Piranî otonomî û kontrola dewletê xwe dispêre sermayeyê. (Anthony Giddens,netew-dewelet û tundî) Avakirina netew-dewletê tenê bi hewcedariyên aborî sînor nîne; di heman demê de projeyek desthilatdariyê ya guhertina nasnameyên civakî ye. Mekanîzmayeke ku ji berjewendiyan re xizmetê dike ye. Di vê esasê de qadên cemawerî bi mantiqa mulkiyeta taybet pêkanîn, ji pêvajoyên alavbûnê azade nîne. Di vê pêvajoyê de tenê wek navbeynkariyeke sererastkirina borî namîne, heman demê dibe mîmarê veguhertina civakî. Sermaye alavên îdeolojîk û hiqûqî yên dewletê teşe dike û ev rewş xwe di her qada jiyanê de dide hîskirin.   Taybetiya homojenkirî û binpêker a netew-dewletê di heman demê de serdestiya mêr a kûr jî îfade dike. Modernîteya kapîtalîst, wek pargelake ku mekanîzmayên newekheviya zayendî hildiberîne pêk tê. Saziyên siyasî, hiqûqî û aborî yên netew-dewletê, malbatên kevneşopî û rolên zayendî mayînde dike û jinan davêje plana dawî. Ji hiqûqa mîrateyê heta jiyana xebatê sererastkirin, serdestiya aborî û sembolîk a mêran dike bin garantiyê. Heman demê tekela tundiya mêr di destê xwe de digire û desthilatdariya mêr tê meşandin. Netew-dewlet rejîma kedê ya ku kapîtalîzm hewce pê dibîne didomîne û aliyê din jî pergalek hiyerarşîk a di esasê zayenda civakî de ava dike û tundiya vê pergalê rewa dike. Astên bi hiyerarşiyê destpêkirin îro wek zîncîra binpêkirinê xwe heyî dike. Di serî de ‘mriovên serdest’ (Spî û mêr) û di binî de ‘mirovên duyemîn’ jin û di asta herî jêr de jî sewal û hemû zindiyên din hene. Ev sazbûa hiyerarşîk mirovan serdestên xwezayê dibîne, jinan di bin kontrola mêr de û zindiyên din jî ji bikaranîneke bê sînor re vedike. Ev pergal bi zayenperstiyê re curebûnê jî xwedî dike, pergaleke serdest a navendîmirov dimeşîne. Ev pergal ne tenê jinan, hebûnên din ên xwezayê jî dikin alav û binpê dike.   Di aboriya rantê de krîzên civakî   Tirkiye di bin mekanîzmayên kapîtalîzma neolîberal de krîzeke civakî û siyasî ya giran dijî. Komên sermayê yên bi dewletê re bûne yek, bi taybet jî di sêgoşeya înşat, enerjî û paratsinê de bi aboriya rantê hemû hebûn tên talankirin, ji bo serjimara mayî jî alavên debarê yên teng mane. Ev newekhevî her diçe giran dibe êdî domandina jiyanê zehmet e. Rêgeza dewleta hiqûqî ya di vê pêvajoyê de hat binpêkirin, ewlehiyên esas ên di destûra bingehîn de di pratîkê de bê bandor hat hiştin.   Dîmenê civakî-polîtîka rojane ya welat, nîşan dide ku mekanîzmayên edaleta civakî di krîzek kûr de ye. Jin, LGBTÎ+ û karker di hedefa rejîma zexta dewleta serdest a mêr de ye. Pêknehatina qanûnan an jî ji peymanên navneteweyî vekişandin tê wateya ku tundiya mêr bi destê dewletê tê rewakirin.    Nîşe: Berdewamiya nivîsê hefteya pêş bi sernavê ‘Wek alaveke şer xweza’ wê bê weşandin.   Ev nivîs ji hejmara 35’an a mijara dosyaya ‘Sosyalîzma civaka demokratîk’ a kovara Jineolojiyê hatiye girtin.