Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi jinên çayê kom dikin re civiya 2024-09-08 15:08:04       ARTVÎN -Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu bi jinên ku li Artvînê çayê berhev dikin re civiya. Jinên ku çayê berhev dikin diyar kirin ku ew beranberê keda xwe nagirin.    Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partî) Halîde Turkoglu di çarçoveya kampanyaya "Em di jiyana wekhev a azad de israr dikin, em li dijî xizaniya jinê ne" li Artvînê bi jinên ku çayê berhev dikin re hat cem hev. Endamên Koordînasyona Jinan û rêveberên bajarê Artvînê li gel Halîde amade bûn.   Jinan behsa pirsgirêkên xwe kirin    Jinan diyar kirin ku beranberê keda wan nayê dayîn û wiha got: “Em serê sibê saet di 07.00’an de dest pê dikin û êvarê saet di 16.00’an de diçin. Carinan em diçin û nîvroyê didin zarokan û piştî saet 16.00'an karê malê dikin. Carinan nagihê ku em xwarinê çêbikin. Tonek gubre par 17 hezar lire bû. Niha tonek çayê bi 16 hezarî dikirin. Herî kêm ji berbihayên gubreyê 1 ton çay divê bibûya 25 hezar lîre. Mûçeyê rojane hezar û 700 lîre ye. Em beranberê keda xwe nagirin em ji mecbûrî vî karî dikin. Pêşî, em giyayê wê digirin û piştre gubr dikin. Em bi rojan giya paqij dikin û piştî çinîna ewil divê em dîsa giya paqij bikin. Ger em paqij nekin, em nikarin çayê bifroşin. Em salê 3 ton berhev dikin, hatina me ya salane 50 hezar lîre ye, helbet têrê nake. -Em neçar in ku ji ber buhabûna jiyanê karê duyemîn bikin."   'Em bajar bi bajar rewşa xizaniyê ya jinan vedibêjin'   Halide li vir axivî û qala kampanyaya jinan kir û wiha got: “Îro em hatin Arsuz û Kemalpaşayê. Li vir çavkaniya debarê çay e. Di vê pêvajoya hilberînê de zehmetiyên jinan hene, nedîtina keda jinê, her wiha xizanî kûrtir dibe û di debara jiyanê de zehmetî tên kişandin. Di wateyekê de em hewl didin raya giştî li ser vê mijarê biafrînin. Em weke DEM Partiyê hewl didin bi awayekî xizaniya jinan derxin holê, zehmetiyên ku jin di jiyana kar de dikişînin. Di heman demê de, pirsgirêkên ku em jê re dibêjin xizmetên lênêrîna malê hene.  Koçberiyeke cidî li derve heye. Dema ku mêr ji bo kar derdikevin, jin li vir dimînin. Jin bi berhevkirina çayê, debara xwe dikin û bi pirsgirêkên zarokan re mijûl dibin. Em hewl didin rewşa xizaniya jinan a li bajaran vebêjin. "