Qeyrana aboriyê û zivistan: Şerê jinan a mayina li ser piyan 2025-01-28 09:03:39       Neslîhan Kardaş    WAN - Jinên li Sûka Mezin a Gel a Wanê dixebitin diyar kirin ku ji ber krîza aborî lêçûna zêde bûye karê wan zehmet kiriye. Jinan rewşa heyî bi gotina " Ji ber ku her hefte biha dibin em di firotinê de zehmetiyan dikişînin. Bihayên hilberan her tim diguherin û ev rewş hem me û hem jî kiryarên me dixe tengasiyê. Pirsgirêkên me krîza aborî ye, lê belê divê em debara xwe bikin " anîn ziman.    Krîza aborî roj bi roj kûrtir dibe û herî zêde jin ji vê krîzê bandor dibin. Ev pêvajoya dijwar ku her aliyê jiyanê hejandiye, jiyana jinên esnaf kiriye qada têkoşînê. Lîreyê Tirk ku her roj nirxê xwe winda dike, bi zêdebûna lêçûnên berheman re, esnafan neçar dike ku bihayan zêde bikin. Lê ev zêdebûn dibe sedema kêmbûna firotan û windakirina mişteriyan, esnafan dixe rewşeke hîn dijwartir. Jinên li Sûka Mezin a Gel a Wanê dixebitin, ne tenê bi krîza aborî, bi zextên civakî û şert û mercên neyînî yên xebatê re jî têdikoşin. Digel ku piraniya wan di binê mûçeya herî kêm de jî dixebitin, sarbûna dergehê ku lê dixebitin jiyana wan hîn dijwartir dike.   'Bihayên hilberan her hefte zêde dibin'   Rojîn Ocek, da zanîn ku kargeha ku lê dixebitî aîdî malbata wê ye û diyar kir ku ew di dibistana amadeyî de dixebite. Rojîn Ocek wiha got: “Ez ji dibistana navîn û vir ve car caran têm û dixebitim. Ev sê salên dawîn ez bi berdewamî li vir im. Weke jin li vir karkirina bi rastî zehmet e. Karê me hîn dijwartir dibe, nemaze ji ber ku cihê karê min li ser kincên binî ye. Potansiyela karsaziya me li gorî salên berê pir xirab e. Her hefte bihabûna berheman heye û ev rewş gelek zextan li me dike. Ji ber vê sedemê em nikarin bifiroşin. Ji ber ku li vir pergala germkirinê nîne karê me zivistanê hîn dijwartir dibe. Carinan em nikarin çenteyekî plastîk jî bixin destên xwe. Hin kiryarên min ên birêkûpêk hene ku ji hilbera ku ez difiroşim razî ne, lê pir kes nayên ji ber ku ew bihayên pir zêde dibînin. Divê êdî biha zêde nebin. Her kes zehmetiyê dikişîne. Bûçe têrê nakin."   'Aborî bi rastî xirab e'   Zehra Polat a ku 6 sal in li Sûka Gel a Mezin di dikana çayxaneyekê de dixebite, diyar kir ku bi taybetî bi kiryarên mêr re gelek caran pirsgirêkên wê çêdibên. Zehra Polat, anî ziman ku yek ji zehmetiyên herî zêde yên xebata li Sûka Mezin sermaya zivistanê ye û wiha got: “Em nikarin debara xwe bikin. Hema hema her kesê ku li Wanê dixebitin di binê mûçeya herî kêm de dixebitin. Di van demên dawî de min bi kiryarekî xwe re li ser bihayan nîqaş kir. Bi vî awayî, em nikarin hilberê bifroşin. Aborî bi rastî xirab e. Kes tiştekî nagire. Ez di vê mijarê de ji kiryaran fêm dikim, lê em wekî esnaf di navberê de ne.  Kiryar ji zêdebûna bihayên me gelek gazinan dikin."   'Sedema herî mezin a pirsgirêkan aborî ye'   Herî dawî Dîdem Çetîner a ku 5 meh in li Sûka Mezin a Xişiran dixebitî, diyar kir ku ji ber ku piraniya esnaf mêr in, zehmetî kişandiye. Dîdem Çetîner, anî ziman ku ew di bin mûçeya herî kêm de dixebite û ji ber vê yekê di warê aborî de zehmetî dikişîne û wiha got: “Ji aliyê aborî ve rojên min gelekî zehmet e. Weke jin ji mêran zêdetir pêdiviyên me hene. Meaşê ku ez distînim têrê nake, lê em hewl didin bi awayekî debara xwe bikin. Ya rastir, divê ez debara xwe bikim. Piraniya kiryarên ku têne vir buhayan tînin gel hev û em di vî warî de pirsgirêkan dijîn. Sedema herî mezin a van pirsgirêkan aborî ye. Dema kiryar dest vala vedigere, em jî pir bandor dibin ji ber ku em ji sibê heya êvarê li vir in."