Jin berî 8'ê Adarê grev û şahiya têkoşînê mezin dikin 2025-03-07 15:04:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyona Jinan a DÎSK’ê bi taybetî li Enqere û Îzmîrê li gelek bajaran dest bi grevê kir û li dijî kuştina jinan, karê nebaş û newekheviyê dengê xwe bilind kir. Jinan bi daxwaza "Ji bo karê wekhev mûçeyên wekhev" û "Cihên kar bê tundî û tacîz" daketin qadan.   Komîsyona Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) beriya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li gelek bajaran daketin qadan û li dijî kuştina jinan, newekhevî, bêewlehî û cudakariyê dengê xwe bilind kirin. Jin li qadên cuda dest bi grevê kirin û peyama "Em vê jiyanê disekinînin" dan.   Enqere   Komîsyona Jinan a DÎSK'ê di 7'ê Adarê de li Kolana Sakaryayê civiya û daxuyaniyeke çapemeniyê da. Jinên ku pankartên "Heke em rawestin wê cîhan raweste" û "Jin li dijî tundiyê di grevê de ne" hilgirtin gelek caran dirûşmên "Bijî 8'ê Adarê" û "Jin, jiyan, azadî" qîriyan. Ji DÎSK Genel-Îşê Zeynep Akpinar Mucukgil metna hevpar a çapemeniyê xwend.   Zeynep Akpinar Mucukgil bal kişand ser newekheviya zayendî ya li dij jinan, zêdebûna kuştina jinan û xizaniya jinan û banga têkoşînê kir. Zeynep Akpınar Mucukgil got, “Em jin ku nîvê civakê pêk tînin, di hemû qadên jiyana civakî de bi newekhevî û cudakariyê re rû bi rû ne. Bêkariya jinan her ku diçe zêde dibe, xizanî kûr dibe û şert û mercên jiyanê xerabtir dibin. Tevî vê yekê jî desthilatdariya siyasî sala 2025'an weke 'Sala Malbatê' îlan dike û li ser polîtîkayên ku me li malê heps bikin, keda me bê berdêl bihêlin û me bê ewle bihêlin israr dike."   Jinan daxwazên xwe wiha rêz kirin:   “* Divê demildest dev ji biryara betalkirina Peymana Stenbolê bê berdan û Peyman û Qanûna bi hejmara 6284’an bi bandor bê bicihanîn.   *Peymana ÎLO ya li ser Tundûtûjî û Destdirêjiyê ya hejmar 190 ku di 25'ê Hezîrana 2021'an de ket meriyetê, divê ji aliyê dewleta Tirk ve bê erêkirin û bicihanîn.   *Divê di sûcên li ser bingeha zayendî û kuştina jinan de dev ji pêkanînên zayendîparêz ên wekî tevgerên baş û daxistina provokasyonê berdin. Divê demildest dev ji polîtîkayên bêcezakirinê berdin.   *Divê nîqaşên li ser desteserkirina mafê neqûqê bên rawestandin.   *Divê polîtîkayên civakî yên gel bên meşandin da ku barê jinan ji karê lênêrînê bê rakirin.   *Zarokxane, navendên lênêrînê, navendên lênêrîna nexweşan û kal û pîran divê bên berfirehkirin û wek mafekî ku her kes dikare bêpere jê sûd werbigire bê diyarkirin.   *Divê di jiyana kar de dest ji cudakariya zayendî ya li hemberî jinan bê berdan û karên ewle û minasib bên afirandin.   *Divê derfetên kar ên tam û ewle ji jinan re bên afirandin.   *Divê di mekanîzmayên desthilatdarî û biryargirtinê de temsîliyeta wekhev bê misogerkirin.   *Ji bo xebata wekhev divê polîtîkaya mûçeya wekhev were meşandin.   Îzmîr     Komîsyonên Jinan ên Şaxên DÎSK'ê yên Genel-Îş Îzmîrê beriya 8'ê Adarê daketin qadan. Jin li ber Pîrê Konak li hev civiyan û gotin, "Jin ji bo jiyanê rawestînin li atolye, kargeh, şaredarî, nexweşxane, dibistan, kargeh, plaza, mal, kolanan di grevê de ne." Bi pankarta ku li ser nivîsîbû li ber Eski Sumerbankê meşiya: Jinan gelek caran bê navber dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Jin, jiyan, azadî", "Bijî hevgirtina jinan" berz kirin. Li ser navê jinan ji rêveberiya DÎSK'ê Şaxa Genel-Îşê Sevan Şen metna çapemeniyê xwend.   Selen Şen, anî ziman ku jinan li dijî mûçeyên kêm, polîtîkayên bê ewlekarî û cudakariyê dengê xwe bilind kirine û got, "Xizanî û bêkarîya jinan her ku diçe zêde dibe û got. Li malê girtina jinan, weke keda erzan bi kar anîn, barê kar û bê ewle danîne ser milê jinan. Em qebûl nakin jin tenê di nava malbatê de bên pênasekirin û bisînorkirin."   Piştî daxuyaniya çapemeniyê çalakî bi govendê dewam kir.