Sifreyên Remezanê wek berê nayên danîn! 2025-03-16 09:02:43        ÎZMÎR - Krîza aborî bandorî bi xwe re xizaniyê tîne û xizanî jî bandorê li sifreyên Remezanê dike. Jinên Îzmîrê diyar kirin ku wek berê nikarin li gorî dilê xwe sifreyan amade bikin û nikarin mîvanan bihewînin.   Li gorî rapora 2025’an a meha sibatê ya Navenda Lêkolîna Çînî ya Metal-Îş a DÎSK/Yekbûyî(BÎSAM) sînorê birçîbûnê ji sedî 22.886 lîre, yê xizaniyê jî ji sedî 79.165 lîre ye. Mûçeyê Asgarî jî 22.104 lîra di bin sînorê xizaniyê de dimîne. Bêguman yên herî zêde ji vê krîzê bi bandor dibin jî jinin. Jin xiznaiyek giran dijîn. Jinan diyar kirin ku ew wek berê sifreyên Remezanê nikarin amade bikin.   Li Îzmîrê jin der barê krîzê de ku çawa bandor li wan kiriye de axivîn.   ‘Em ditirsin gazî mêvanan bikin’   Leyla Çalişkan da zanîn ku ew di dan û standinê de zehmetiyan dikşînin, hêza wan ya kirînê tuneye û got: “Ez li welatê xwe nikarim hewcedariyên xwe bigirim. Berê me gazî mêvanan dikir.  Lê niha em ditirsin gazî bikin. Em di her sohbetê de behsa debarê dikin. Me gotş di cejnên qurbanê de dîdît. Lê niha ew jî tune ye.”   ‘Zarok jî krîzê dizanin’   Leyla Çalişkan wiha dirêjî dayê: “Mûçeyê asgarî bi lêçûnên kirê, av, ceyran û gazê tune dibe. Tenduristiya gel xera bûye. Di Remezanan de jî her tişt cuda bûye. Zarok jî vê êdî dizanin. Em nikarin ji zarokan re tiştekî bigirin.  Xurek hemû biha ne. Mirov sihorê bi çay û zeytunan dikin.  Ji ber krîzê her kes xemgîne. Kes nikare kesekî bike mêvan. Ji ber krîzê întîxarên mirovan jî zê de bûne. Ji ber şer hêza girtinê dikeve. Butçe ji şer re tê veqetandin.”   ‘Di fitarê de xurme tune ye zeytun heye’   Mîne Berk ya karkera teqawîte  destnîşan kir ku wek berê nikarin sifreyan danîn û nikarin xizmên xwe bangî fitarê bikin. Mîne Berk ev tişt anî ziman: “Berê di Remezanê de xwarinên taybet dihatin çêkirin. Lê niha ne wisa ye. Butçeya me têrî çi bike ew e. Fêkî bi sînor e. Min îsal xurme negirt. Bêguman yên erzan hene lê nikarim xwe bigihînim yê baş. Em zeytunên erzan tercîh dikin lê ew jî biha ne. Berê me yên herî baş digirtin . Lê ji ber krîzê em niha  nikarin bigirin.”   ‘Bihayê balcanê gihiştiye goşt’   Sevda Atmaca jî bi lêv kir ku hêza girtinê ketiye û wiha bi lêv kir: “Dibêjin Remezan bi berketa xwe tê lê kîloya balîcanê 110 lîre ye. Li gorî sala borî biha pir zêde bûne. Bihayê balcanê gihiştiye yê goşt. Xurme pir biha ne.”   Elîf Erdogan ya xwedî lokanteyê ye wiha anî ziman: “Sala borî hejmara muşteriyan li gorî îsal zêdetir bû. Îsal kêm bûye. Bi taybet hejmara kesên bi malbatî dihatin kêm bûye. Lêçûn pir zêde ne. Her kes ji her tiştî kêm dike.”