Bedena têkoşer 2024-10-25 09:02:46     Jin bûn parçeyek mezin a têkoşînê. Jinan koka hebûna tevgera jin jiyan azadî  ev 40 sal in bi bedelan bi dest xistiye. Di adara 1979’an de li Sîne, Merîvan, Kirmanşahê protesto pêk hatin. Pîrozkirina 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ji wê demê de bi teşe bû. Jinan ji bo guherînê, ji bo wekheviyê têkoşîn dane.   Beyan Ezîzî   Li Îranê piştî şoreşa 1979’an jinên Kurd di her qadê de rolek girîng lîstin. Piranî kesên li dijî Pehlevî serî hildan, tevli komên muxalîf bûn.  Dîrok û paşerojeke jinan a di cihgirtina têkoşînan de heye.    Çend meh piştî şoreşa 1979’an jinan di tevgera gel a Merîvanê de rolên girîng lîstin. Li gorî şahid, belge û dîmenan, ligel çalakbûna jinan a li Kanîmîran, li bajarên din jî  ji bo piştevaniya gelê Kurd meşiyan. Pankart, dirûşme û nûçeyên wê demê nîşan didin ku jin bi daxwazên wekhevî û aştiyê ketine qada têkoşînê. Di bin navê Meclîsa Jinan an jî Yekitî û Rêxistinên Jinan de jinan xwe rêxistin kirine, sazî ava kirine. Ji bo avabûna rêxistinên jinan jin ketine tevgerê. Piştî 19’ê tebaxa 1979’an şûnde li Kurdistanê atmosfera siyasî û şer guheriye.   Jin bûn parçeyek mezin a têkoşînê. Jinan koka hebûna tevgera jin jiyan azadî  ev 40 sal in bi bedelan bi dest xistiye. Di adara 1979’an de li Sîne, Merîvan, Kirmanşahê protesto pêk hatin. Pîrozkirina 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ji wê demê de bi teşe bû. Jinan ji bo guherînê, ji bo wekheviyê têkoşîn dane.   Yek ji belgeya jinan a têkoşîn û daxwazên jinan a herî girîng, Rêxistina Jinan a Têkoşer a li Seqizê di rêziknameya pêşketî de heye.   Beşek vê rêziknameyê wiha ye:    Di 9 û 10’ê Sibatê de serhildana çekdarî, bi gel serkeftin dabe qezenckirin jî ber bêrêxistinbûna gel serkeftin nehat bidestxistin. Kokên paşverûtiyê tune nekir. Ji ber vê ji bo têkoşîn bê domandin Rêxistina Jinan a Têkoşer a Saqezê damezrandina xwe îlan kir:   Armanca van organîzsyonan wiha ye:   1.Ji bo hemû gelan avakirina komara gel a demokratîk; Hilberandina çapemenî, grev, çalakî, leşkerî, azadiya perwredeyê û avakirina konseyên karkeran.   2. Meclîsên gund û kontrolkirina reformên axê û li gundiyan ax belavkirin.   3.Di çarçoveyek azad û demokratîk de xweîfadekirina gel.   4.Li seranserê welat di mijarên aborî, siyasî û çandî de hewldanên rêxistibûnên jinan.    5.Beriya welidînê û piştî welidînê ji bo aramiyê têkoşîna sendîkayî; Ji bo jinên dixebitin avakirina kreşan. (kovara Ayendegan, 28’ê gulana 1999)    Di merasîma serbixwe ya Kurdistanê ya 22’ê Çileyê 1946’an de 23 kesên komara Mahabadê xîtabê gel kir. Ji 16 kesan du heb jin bûn. Her du jinan gotin divê jin tevli têkoşînê bibin. Yek ji van Hatîce Mecdî bû û got divê zarokên keç bikevin faliyetên civakî û perwerdeyê.   Îro li her derê cîhanê ji bo azadiya welat hewce bi jin û mêrên cîhanê heye. Ev bi dehan carî di rojname û wêjeyan de hat ziman. Piştî vê du hefte şûnde  mamosteyên dibistanên keçan ji bo serbixwebûna xwe pîroz bikin û lîderê Kurdistanê bidin nasîn civînek pêk anîn. Gelek jin tevli vê civînê bûn û axivîn.    Jinan di axaftinan de diyar kirin ku divê ew azadiya xwe bi dehan carî pîroz bikin. Divê hemû cîhanê bizanibûna ku jinên Kurd ji mêran zêdetir ji azadiyê hez dikin. Tevgera Jin Jiyan Azadî ya heta niha didome, hêviyên xwe ji wê demê digirin.   Di tevgera Jin Jiyan Azadî de li goristana Saqez ewil jinan laçikên xwe avêtin û dirûşmeya siyasî berz kirin. Me şahidiya paşeroja vê têkoşînê kir. Têkoşînên ku jinan pêşengiya wan kir, xwedî kapasîteyek seferberiyê ya mezin e.    Civaka Kurdistanê li Îranê di salên dawî de rêxistinên herî xurt ên jinan afirandiye. Di vê de piştgiriya têkoşîn û aktîvîzma jinan girîng e. Çend nifş jinan hîmê çalakiya kolektîf xurt kir û kevneşopiyên afrîner berfireh kir. Di 15’ê Adara 1946’an de li Mahabadê Mîna Qazî, Yekitiya Jinên Demokratîk a Kurdsitanê ava kir. Gelek kes îro tenê Kurdistan, xebatên jinan dibîne. Lê nizanin ku ev di encama bedeldayînek mezin de hatiye bidestxistin.   Bedena trajîk-şehîd   Li Bakurê Kurdistanê gelek dê û bav cenazeyên zarokên xwe di qutiyekê de digirin û bi pere digirin û defin dikin. Destdayîna ser bedenên bê can, revandina cenazeyan parçeyek mekanîzmaya zextê ye. Hestiyên şervanê Kurd Hakan Arslan 7 sal şûnde bi çenteyekî teslîmê bavê wî kirin. Ev hestî di hişê kolektîf de rol dilîze.   Komên çeteyan yên Tirkiye piştgiriyê didin wan bedena Barîn Kobanî teşhîr kirin û parçe kirin. Vê rê li ber hêrsa gel vekir. Di bûyereke din de şervana jin ya bi navê Çakak hat girtin û mêran li ser bedena wê îşkenceyê hovone û destdirêjî lê kirin û ev dîmen bi ken û kêf kişandin. Tevî vê em dizanin ku bedena jinê biçûk nayê xistin û mezin dibe.   Titşên ku malbat dijîn wek hev in û hîna tam bi giştî nayê zanîn. Daxwazên malbatan bi dehan carî bê bersiv man. Bedenên bê can nikarin der barê zor û zehmetiyan de biaxivin. Bedenên bê can nikarin behsa îşkenceyan bikin.    Bedena trajîk piştî ku jinek nezewicî tê darvekirin şûnde ji bo neçe bihuştê destdirêjiya li şervana jin venabêje. Destdirêjî tu car nehat krîmînalîzekirin, ji ber bedena vediguhere cenazeyê, bê can e û tiştên pê hatiye kirin venabêje. Ji ber ew beden, nîvê şevê li goristanên bêkesan hatine çalkirin. Bedenên traîk; bi rêbazên îşkenceyê yên ji serdema navîn mane, bi mîdeyên birçî lê bi mêjiyên têr û dewlemend hatin kuştin. Êşa van bûyeran  hatiye rewşa travmayek dîrokî ya fîzîkî û hatiye travmatîzekirin.   Şîn tu car nehat çareserkirin û wek nîşane û sembola êşa travmatîk heta mirina Jînayê vê berdewam kiriye. Bi tecrubeyên salên berê bi bedena bê can ya Jînayê bû ye. Mirina trajîk ya Jînayê bû sembol. Girtina cenazeya Jînayê û li warê wê definkirin girtina şîna wê bû sembol.   Cihê ku Ramîn Hosseîn Panahî ku hat darvekirin, lê hatiye definkirin hîna ji dayika wî tê veşartin. Dayika Ramîm hemû axa Kurdistanê wek bedena kurê xwe dibîne û dema çû ser gora Jînayê axa wê hembêz kir û girtiye. Civaka Kurd ya travma jiyaye, xwestin kesên bedenên bê nav şûnde bigirin.  Gel bedenên ku ji desthilatdariyên zextxwari digirin dikin sedema serhildana xwe.   Nîşe: Berdewama nivîsê bi sernavê ‘bedena dibe qurban’ wê hefteya pêş bê weşandin.   Ev nivîs ji mijara 28’an a dosya ‘ROJHILAT’ ya kovara jineolojiyê hatiye girtin.   Ya ji farsî  werger kiriye: Pune Aştiyanî