Bendewariya 47 saetan a ji bo cenazeyan di rojeva meclîsê de ye 2025-01-08 19:08:23   ENQERE - Bendewariya heyeta li deriyê sînor a ji bo cenazeyên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan yên di enama êrîşa SÎHA’yan de hatin qetilkirin, didome. Parlamenterên DEM Partiyê bertek nîşanê atengkirina heyetê dan û bang li meclîsê kirin ku demildest cenaze bên dayîn.   Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulîstan Kiliç Koçyîgî û parlamenera Mêrdînê Berîtan Guneş Altin di lijneya Giştî ya Meclîsê de bertek nîşanê sekinandina canzeyên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan dan.   Gulîstan Kiliç Koçyîgît da zanîn ku 47 saetan cenazeyên rojnamegeran tên sekinandin û got bi awayekî kêfî destur nadin derbasbûna heyeta li wir. Gulîstan Kiliç Koçyîgît got astengkirin hem di alî hiqûqî hem di alî wijdanî û alî mirovahî de tu car nayê qebûlkirin.   Breîtan Guneş Altin jî bertek nîşan da û destnîşan kir ku divê demidlest dawî li vê îşkenceyê bê anîn.