Hevşaredara Qaxizmanê: Li dijî xespkirina vînê dê têbikoşin 2025-02-24 13:42:53   Neslîhan Kardaş   QERS - Hevşaredara Qaxizmanê Guner Hatay bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û diyar kir ku tayînkirina qeyûm li dij hiqûqê ye û got: "Biryara ku hatî dayîn nasnakin û dê li hemberî biryarê li ber xwe bidin."    Wezareta Karên Hundir li Şaredariya Qaxizman a Qersê ya DEM Partiyî qeyûm tayîn kir. Di 20’ê Sibatê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê li Hevşaredar Mehmet Alkan hatibû birîn. Avahiya şaredariyê ji hêla polîsan ve hatibû dorpêçkirin.    Di teblîxata wezaretê de hate diyarkirin ku Hevşaredar Mehmet Alkan “weke tevdîreke demkî” ji peywirê hatiye girtin û qeymeqamê navçeyê Okan Daştan weke qeyûm li şaredariyê hatiye tayînkirin.    Derbarê tayînkirina qeyûm de Hevşaredara Qaxizmanê Guner Hatay ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî.    Guner Hatay bal kişand ser cezayê ku li hevşaredar Mehmet Alkan hatî birîn û got: "Heta mehek an jî du hefte lez dan pêvajoya dadgehê, ji xwe sûc îcad kirin, zemîna eminatiyê amade kirin û li ser vê bingehê biryar girtin. Mehmet Alkan di rûniştina dawî de ji ber şert û mercên hewayê bi rêya parêzerên xwe hincet da dadgehê. Tevî ku destpêkê hincet qebûl kirin jî, danê êvarê saet di 17:00 de biryar dan, tevî ku hevserok bi xwe nekarî beşdar bibe. 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê birî. Em û gelê xwe vê biryarê weke hincet ji bo tayînkirina qeyûman dibînin. Hema bêje ji pêvajoya hilbijartinê û vir ve gelê me ji ber axaftina qeyûm a li navçeya me di bin zextên psîkolojîk de ye."   'Desteserkirina şaredariyê ne hiqûqî ye'   Guner Hatay, diyar kir ku piştî biryarê wan li şaredariyê nobed girtin û wiha bi lêv kir: "Piştî bendewariya me ya 4 rojan, bi şev saet di 02.00’an de dora avahiyê girtin û biryar ji me re ragihandin û ji me re gotin ku divê avahiya şaredariyê vala bikin. Hevalên me bertekên xwe yên li hemberî vê biryarê anîn ziman û wan ev biryar qebûl nekir. Mehmet Alkan anî ziman ku ev biryar û desteserkirina şaredariyê ne hiqûqî ye."   'Li dijî pergala hevserokatiyê êriş dikin'   Guner Hatay, bal kişand ser vê yekê ku polîtîkayên qeyûman di heman demê de êrişa li dijî pergala hevserokatiyê ye û wiha axivî: “Weke ku tê zanîn pergala hevserokatiyê ya li ser esasê wekheviya zayendî heye, me temsîliyeta wekhev qebûl kiriye û ev biryar jî êrişa li dijî pergala me ya hevserokatiyê ye. Pergal tu carî nikare vê bihese. Mixabin ev sîstem nikare encamên tevgera azadiya jinê, şiyarbûna jinan û bi taybetî jî temsîliyeta wekhev a di nava partiya me de pêk aniye, bifetisîne."   'Em ê li ber xwe bidin'   Guner Hatay, da zanîn ku ev ne cara yekem e ku qeyûm tayîn dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Wê ev zêdetir bibe. Lê em tu carî dev ji têkoşîna xwe bernadin. Em hemû rêhevalên xwe yên jin vedixwînin têkoşînê. Bi taybetî di van hefteyên ku pîrozbahiyên 8'ê Adarê tên lidarxistin de yekane partiya ku li vî welatî bertek nîşanî kuştina jinan daye em in. Di vê mijarê de em bang li hemû hevalên jin dikin ku li dijî sîstemê li ber xwe bidin û têbikoşin."