Hiqûqnas: Divê sererastkirinên mewzûatê bixin rojeva xwe 2025-10-02 14:37:21     ENQERE - Nûnerê Komeleya Hiqûqnasan Mehmet Melih Gulseren di komîsyona li Meclisê de axivî û got: “Ji bo serkeftina pêvajoyê divê gavên baweriyê xurt dikin bên avêtin. Divê sererastkirinên di Qanûna Înfazê, TMK û hwd. de bixin rojeva xwe.”    Civîna 13’an a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya li Meclisê didome. Nûnerê Komeleya Hiqûqnasan Mehmet Melih Gulseren di civînê de axivî û got ku divê zemîna hiqûqî were xurtkirin. Gulseren, bal kişand ser texrîbata civakî ya Derbeya 12’ê Îlonê rê li ber vekiriye û got: “Rê li ber zirarên giran ên madî û manewî vekir. Ji destpêka avakirinê heta niha komara me tu caran veneguherî amûreke rêveberiyê ya ku her welatiyek aîdî xwe hîs bike. Sepanên rûxîner ên rejîmên derbe û wesayeta leşkerî, demekî dirêj yekitiya di navbera dewlet û milet de asteng kirine. Ji ber ku destûra me ya bingehîn di serdema wesayeta leşkerî de hatiye amadekirin, ev texrîbat hêj nehatiye sererastkirin.”    Mehmet Melih Gulseren, destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de peyva herî efsûnî jidilbûn e û got: “Ji bo me xeta me ya sor, avadaniya unîter a dewleta me ye. Divê hemû nav û sererastkirinên tên kirin di vê çarçoveyê de bin. Ji bo serkeftina wê jî hewceye hemû derdor piştgiriyê bidin û civak ji hêla psîkolojîk ve rast û bi awayekî hevpar bê arastekirin. Nexşerêya ku dê ji hêla komîsyonê ve bê amadekirin, hewceye ji vê dewlemendî û dilsoziyê sûd bigire. Em mecbûr in ku di berdewamiya pêvajoyê de rêbazên bibandor û çareseriyên şênber pêş bixin.”    Di berdewamê de Mehmet Melih Gulseren bi lêv kir ku ji bo pêvajo bi awayekî tendurist bimeşe, hewceye hemû çalakiyên provokatîf ên kîn û nefretê belav dikin, hemû daxuyaniyên nivîskî û dîtbarî, hemû parvekirinên li ser medyaya dijîtal bên astengkirin û got: “Hewceye der heqê kesên van dikin de kirariyên cezaî û îdarî bên destpêkirin û hewce bike jî divê di mewzûatên taybet de guhertin bên kirin. Li dijî agahiyên xelet û ji bo avakirina baweriyê, dikare ji hemwelatiyên me yên Kurd re SMS’ên bi Kurdî bên şandin. Li gel bi temamî berdana çekan, di heman demê pêşniyarkirina sererastkirinên yasayî yên ku hizûra welat mayinde dike jî berpirsyartiya vê komîsyonê ye. Qenaeta me ew e ku divê di qonaxa ewil de sererastkirin baweriyê bidin civakê. Di serî de dikare sererastkirinên têkildarî mafên civakî bikevin meriyetê. Li gel vê, divê sererastkirinên di Qanûna Înfazê de, yên têkildarî Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê jî bixe rojeva xwe.”    Mehmet Melih Gulseren, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Girîng e ku pêvajo li ser zemîna edalet û hiqûqê were avakirin. Gavên ku komîsyon di vê çarçoveyê de diavêje dê wijdana civakê neêşînin. Divê ji rêgezên demokratîk û hiqûqê paşvegav neyên avêtin û gav di vê çarçoveyê de bên avêtin. Em di wê baweriyê de ne ku serkeftina di vê rêyê de ne tenê bi îradeya siyasî lê bi misogerkirina maf û azadiyan a bi serweriya hiqûqê û hevhembêzkirina mezin a gel re bê.”