Hediye Yusuf: Banga 27’ê Sibatê bersiva komployê ye 2025-10-09 09:04:43   Derya Ren    NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Konseya Hevserokatiya PYD’ê Hediye Yusif der barê komploya 9’ê Cotmehê ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin kir û da zanîn ku banga 27’ê Sibatê  nîşaneya valaderxistina komployê ye.   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi komploya navneteweyî ji Sûriyeyê hat derxistin û di ser re 27 sal derbas bûn. Abdullah Ocalan piştî ji Sûriyeyê hat derxistin di 15’ê Sibata 1999’an de bi hevkariya navneteweyî anîn Tirkiyeyê.  Abdullah Ocalan tevî hewldana komployê bi paradîgma û pirtûkên nivîsî bû bersiva komployê.   Endama Konseya Hevserokatiya PYD’ê Hediye Yusif der barê komployê de pirsên ajansa me nirxand.   *Armanca komployê çibû, çi hat hedefkirin?   Ez hemû hêzên di komployê de lanet dikim, şermezar dikim. Li hember serokatiyê komployeke wisa pêk hat. Armanc li hember pêşeroja Rojhilata Navîn bû. Divê em wisa binêrin. Ji ber Rêber Apo, li hember pergala heyî pergalek nû parast. Paradîgma neteweya demokratîk ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû mirovahiyê bû. Ji bo vê paradîgmayê gavên mezin hatibûn avêtin. Bi komployê xwestin pêşî li vê bigirin. Zirarên mezin çêbûn. Di encama komployê de 27 sal in serokatî girtiye.   *Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de dibêje komplo vala hatiye derxistin. Hûn dikarin hinekî vebikin?   Komplo negihişt armanca xwe. Di 27 salan de Rêber Apo guherînên mezin afirand. Destpêkek nû anî Rojhilata Navîn. Ji şeran re çareserî pêş xist. Komploya Navneteweyî ne tenê li Bakur bandor li hemû cîhanê kir. Doza Rêber Apo dozeke Rojhilata Navîn û sosyalîst e. Komplo negihişt armanca xwe. Tiştên li Sûriye, Xeza û cihên din diqewimin em dibînin.   *Pêvajoyek nû destpê kir. Em dikarin bêjin ku ev pêvajo nîşaneya valaderketina komployê ye?   Bi banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê re têkoşîna azadiyê ket qonaxeke nû. Ji ber vê divê komplo hîn rojevîtir bê dîtin. Rêber Apo komplo vala derxist û bû wesîle ku Tirkiye şaşiyên hatine kirin bibîne. Dewleta Tirk jî xetereya navneteweyî ya li Tirkiyeyê dît.  Gelê Rojhilata Navîn jî têkoşîna heqîqetê ya Rêber Apo hîn baştir nas dikin. Her kesî heqîqeta Rêber Apo dît. Tirkiyeyê tevî ku gelek tişt winda kir jî, birêz Devlet Bahçelî însiyatîf girt û axaftinek kir. Li ser vê Rêber Apo banga aştî û civaka demokratîk kir. Bang di salvegera komployê de hat kirin. Rêber Apo di heman demê de peyama ku komplo vala hatiye derxistin jî da. Piştre PKK’ê xwe fehs kir. Gerîla çek şewitandin. Civak îqna bû. Vê manewiyata Kurd-Tirk zêde kir. Bû hêvî. Rêber Apo rastiyeke têkoşînê ya hemû gel û jin dikarin azad bibin afirand. Rêber Apo ev nîşanê hemû cîhanê da.   * Em dikarin pêvajoya komployê veguherin pêvajoya çareseriyê ?   Rêber Apo rastiya guherînê bi azadiya jinê meşand. Jinan di vê têkoşînê de bi ser xist û ev rastiya azadiyê ye. Têkoşîna ku Rêber Apo da azadiya jinê anî. 27 sal in di bin şertên giran de jiyan û felsefeya xwe meşand. Yek rojekê xwe dîlgirtî nedît. Ji ber vê divê bi şermezarkirina komployê sînor nemînin, divê em piştgiriyê bidin meşa azadiyê. Divê komîsyona li meclîsê biçe Îmraliyê. Divê bi diyaloga bi Rêber Apo re pêş bixînin. Ji ber pêşengê pêvajoyê Rêber Apo ye. Divê em piştgiriyê bidin pêvajoyê. Divê em hem li Tirkiye hem li Sûriyeyê têbikoşin. Yekane riya rizgarbûna ji krîz û koasê çareseriya ku Rêber Apo pêş xistiye. Divê em wisa li pêvajoyê binêrin. Rejîma Baasê hilweşiya. Rêber Apo di vê pêvajoyê de riyek nû xêz kir. Bandorek mezin li Sûriyeyê kir. Dema ku Rêber Apo got ‘Rojava xeta min a sor e’ gelê Rojava hêzek mezin girt. Li dijî geşedanên li Sûriyeyê li berxwe dan. Ji 12 hezarî zêdetir şehîdên wan hene. Bi însiyatîfa Rêber Apo bawer dikin.    *Em dikarin bêjin şoreşa Rojava bû bersiva komploya 9’ê Cotmehê ?   Di 9’ê Cotmehê de Rêber Apo ji Sûriyeyê derket û komployê dest pê kir. Hêzên Sûriyeyê jî bûn hevkarê komployê. Gotin wê çareserî bi derketina ‘Ocalan’ pêkan be.  Lê komployê pêşiya siyaseta demokratîk girt. Xwestin Sûriyeyê teslîmê terorê bikin. Lê sekna gel û Rêber Apo zelal bû. Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê di vê esasê de dest pê kir. Bi xwedîderketina li paradîgmaya netewa demokratîk a Rêber Apo di 2005’an de kiribû dest pê kir. Xwestin keda Rêber Apo ya li Rojava tune bikin. Xwestin ji ser Kurdan komkujiyan bikin. Lê Şoreşa 19’ê Tîrmehê bersiva vê bû. Pêvajoyek xesas e. Em ê bi hemû baweriyên cuda yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin bersiva ‘banga aştî û civaka demokratîk’ ya Rêber Apo. Her çiqas hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ne li alî çareseriyê be jî em bi hêza ku ji Rêber Apo digirin wê sekna xwe nîşan bidin. Em ji bo Sûriyeyek demokratîk amade ne. Em ê bi hikûmeta demkî re di diyalogê de israr bikin. Her çiqas îdeolojiyên me ne yek bin jî em bi hêza ku ji serokatiya xwe digirin em ê bikevin pêvajoya nû. Divê Tirkiye jî gavên bi hişmend bavêje.   Herî dawî hûn derbarê komployê de dikarin çi bêjin?   Em li Rojava di têkoşînek mezin de ne. Bi pergala me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kiriye, em siyasetek demokratîk û îstîkrar dimeşînin. Aştî û demokrasî giredayê tiştên li Îmraliyê tên jiyînê ye. Girêdayê pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin. Ger li wir  pirsgirêk bên çarserkirin wê li vir jî bên çarserkirin. Ji bo Rêber Apo xebatên ji bo demokrasî û aştiyê bide meşandin divê azadiya fîzîkî pêk bê. Em hêvîdar in ku ev salvegera dawî ya kompoloyê be.