Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û CHP'ê: Aştiyê diyarî hemû hemwelatiyan bikin 2025-12-22 14:16:55   ENQERE - Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê û Ozgur Ozel piştî hevdîtinê daxuyanî dan. Ozgur Ozel diyar kir ku ew hem li Sûriyeyê û hem jî li Tirkiyeyê pêkhatina mafên hemû netewan hevî dikin. Pervîn Buldan jî got ku divê hemû kes vî barî hilde ser milê xwe.   Endamên Heyeta Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê ku ji parlamentera Wanê Pervîn Buldan, parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol pêk tên tekildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk serdanên partiyên siyasî didomînin. Endamên heyetê li Navenda Giştî ya CHPê bi Serokê Giştî Ozgur Ozel re hevdîtin pêk anîn. Hevdîtina Heyetê û Ozgur Ozel zêdetirî seateke dewam kir.   Piştî hevdîtinê Heyet û Ozgur Ozel daxuyanî dan çapemeniyê.   Ewilî Ozgur Ozel axivî û bi şermezarkirina heqeretên zayendperest û nijadperest ên Bursasporê li dijî Leyla Zana dest bi axaftina xwe kir. Ozgur Ozel wiha got: “Komîsyon di merhaleya amadekirina raporê de ye. Em hêvî dikin ku raporeke ku hemû kesî qebûl bike û pêvajo encam bigire û êş bi dawî bibin û xwişk-biratiyeke mayinde pêk were. Divê hem li Tirkiyeyê û hem jî li Sûriyeyê ji bo Kurd, Tirk, Durzî û hemû pêkhate bi awayekî ku mafên hemû netew û baweriyan pêk were û herdu dewlet jî xwişk-biratiyeke mayinde bikin. Ev yek dê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn baş bibe.”   Pervîn Buldan jî diyar kir ku hevdîtina wan baş encam girtiye û wiha axivî: “Em li ser merhaleya pêvajoyê ku gehiştiyê axivîn. Di vê pêvajoya dîrokî de em piştgiriya erênî ya CHPê pir girîng dibînin. Ji ber şer li vê erdnîgariyê pir êş hatin kişandin. Ciwan ketin bin axê. Ji bo ev êş bi dawî bibe divê hemû kes vî barî bide ser milê xwe. Berpirsyariya me hemûyan ew e ku em aştiyê diyarî hemû hemwelatiyan bikin.”   Mithat Sancar jî anî ziman ku ev pêvajo pêvajoya müzakereye ye û got: “Me jî li vir muzakereyeke erênî kir. Bi hev re rexne, fikar û tiştên divê bibin gotobêj kir. Ya girîng mutabakateke siyasî ye. Me di hevdîtinê de carek din dît ku CHP dê di vê pêvajoyê de bi rola xwe ya erênî rabe.”